Kooperatîfa jinan a Pozanti: Bi 7 jinan dest pê kir bi 25 jinan didome

  • 09:15 27 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Duygu Cînîvîz
 
EDENE - Jinên cotkar ên li gundên navçeya Pozanti dijî salek berê di Koperatîfa Jinan a Pozanti de hatin cem hev. Rêwitiya bi 7 jinan dest pê kir niha bi keda 25 jinî mezin dibe.
 
Li navçeya Pozanti ya Edeneyê jinên li gundên derdora wê dijîn, salek berê hatin cem hev û Kooperatîfa Jinan a Pozanti ava kirin. Rêwitiya bi 7 jinan dest pê kir niha bi 25 jinî berdewam dike û bi destê jinan xurekên hişk, berhemên şîr û goşt tê hilberandin.
 
‘Em berhemên keda destê xwe difroşin’
 
Yek ji damezrînera kooperatîfê Havva Kapuz niha li Edeneyê di mîhrîcanên pêk tê de di standan de berhemên koperatîfê difroşe. Havva wiha dibêje: “Em rîçalên xwe li ser agir, xurekên xwe yên hişk li ber rojê hişk dikin. Dîsa li gundên çiyayî jin çatr, nane û hingiv tînin. Koperatîfa me ya bi 7 jinan dest pê kir niha gihaşt 25 jinî. Em bang li hemû jinên ku xwedî li keda xwe derdikevin dikin ku bên di koperatîfê de bixebitin.”
 
‘Ez serbilind im’
 
Jinek din a ew jî damezrînera koperatîfê ye Emîne Aydin, got ji ber ew jinek kedkar a gundî ye serbilind e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tên mîhrîcanan û standa xwe vedikin. Ez jî patîle çê dikim. Çêleka min heye. Ez bi şîrê wê mast û penîr çê dikim. Piştre difroşim. Em fêkiyên xwe yên hişk tînin difroşin.”
 
Midûra Şaxa Rêxistinbûn û Pêşvebirina Bejayî ya Midûriyeta Çandiniyê Nîlay Artok jî destnîşan kir ku kar û barê fermî yê damezrandina koperatîfê hatiye kirin û anî ziman ku armanca wan ev e ku heta ji wan tê Kooperatîfa Jinan a Edeneyê bidin bihîstin û dengê jinên bejayî bê bihîstin.