Çek danîn ser maseyê û tehdîd kirin: Hûn di riya şaş de ne

  • 09:10 23 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
MUGLA - Karkerên TUV TURK’ê ku bi hinceta sendîkayîne beyî tazmînat û hincet ji kar hatin derxistin, îdia kirin ku ew hatine tehdîd kirin û wiha got: “Ji me re gotin ‘Em li şîfreya we ya E-devletê binêrin, ger hûn sendîkayî bin hun di riya şaş de ne, şûnde vegerin’. Çek danîn ser maseyê û em tehdîd kirin.”
 
Şîrketa Tirkiyeyê ya Lijneya Kontrola Teknîk (TUV TURK) şîrketeke ku di muayeneta wesayîtan de bi awayekî perîyodîk xwedî rayeye, di navbera Mehmet Agar, yek hevkarên Aykon elektîrîkê Albayê teqawît Mehmet Aras û û parlamenterê dema 21’ê yê MHP’ê yê Rihayê Muzaffer Çakmakli de dest guhert û karker di şertên giran de tên xebitandin.
 
18 karkerên endamê Sendîkaya Nakliyat- Îş ya girêdayê DÎSK’ê ye, beyî tazmînat ji kar hatin derxistin. Li ser vê karker ev 67 rojin têdikoşin.
 
‘Bi çekê tehdîd kirin’
 
Burcu Karaboga ya karkera 10 salane diyar kir ku piştî belgeya der barê qezenckirina mafê peymana komî ketiye destê wan şûnde, patronan çek danîne ser maseyan wan û tehdîd kirine û wiha got: “Gotin ‘em li şîrfa we ya E-devletê binêrin, ger hun endamên sendîkayê bin, hun di riya şaş de ne, vegerin’. Çek danîn ser maseyê û tehdîd kirin. Me şîfre neda wan jî em ji kar derxistin. Hinceta wan jî ev bû ‘şîrket biçûk dibe’.”
 
Burcuyê her wiha bi lêv kir ku ew li kargeriyê di beşa qebûlkirina muşterî de dixebitî û got di salên dawî de şert û mercên xebatê pir zehmet bûne û rastî heqeretan jî hatine û wiha got: “Li tuwaletê kaxiza tuwaletê tunebû. Çay û şekirê me tune bû. Maeşê me nedihatin zemkirin. Em pir dixebitin û kêm pere didan. Sedema me ya em derbasî sendîkayê bibin jî ev bû.
 
‘Wesayîtên ne baş derdikevin trafîkê’
 
Jina bi navê Sultan Turk ya 10 sale li şîrketê dixebitî jî got ewê têkoşîna xwe bidomînin û got ku ew li kargeriyê rastî gotinên biçûkxistinê hatine û lê da zanîn ku li gel van pêkanînan ji ber zêde wesayît hatine muayenekirin jî wesayîtên nebaş derketine trafîkê.
 
Sema Madul jî destnîşan kir ku bi saya berxwedanê mirovên cuda jî bi hev re têkoşîn dane û diyar kir ku wan hîn kirin ku nêrîna xwe ji hev re bi awayekî aşkera vebêjin û got ew piştgiriyê didin hemû berxwedêrên Real Market, Balafirgeha 3’emîn û her wekê din.”