Zeytûnên Dêrikê jî para xwe ji krîza aborî girtin

  • 09:02 23 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Bi  hatina demsala payîzê re mîna her salê îsal îsal jî jinan li Dêrîkê dest bi komkirina zeytûnan kir. Lê ji ber aloziya aborî ya heyî zeytûnên Derîkê mîna par nayên firotin.
 
Bi hatina demsala Payîzê re li Dêrîkê jinan dest bi komkirina zeytûnan kir. Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê her sal ji aliyê jinan ve zeytûnên herî bi tam bi kedeke mezin tên komkirin.  Zeytûnên ku îro li ser  sifreyê me yên taştê tu car kêm nebin,  bi destê jinên Dêrîkê tên şikandin û berhevkirin. Îsal zeytûnan jî para xwe ji aloziya aborî girtin û firoşkarên zeytûnan ji firotina wan bi gazinc in.   Jina bi navê Hakîme Aydin, anî ziman ku ji ber aloziya aborî îsal zeytûn nayên firotin û got ku ji ber ku îsal baran dereng bariya zeytûn dereng gihaştin.
 
'Ji zeytûnan sabûn dihate çêkirin'
 
Hakîme, got ku berê  li navçeyê zeytûnên ku dihatin komkirin ji wan sabûn dihat çêkirin û wiha axivi;" Li Dêrîkê 24 hezar Ermenî jiyane. Lê niha ji wan malbatan tu kes nema ye. Hilberîna zeytûnan cara yekê ji aliyê ermeniyan ve hatiye kirin. Hilberîna zeytûnan ji demên berê de li dêrikê hatiye kirin û gel debara xwe bi vê hilberînê kiriye.  Bi qasî 7 û 8 cûreyên zeytûnan hene. Pîr û kalên me yên berê bahsa wan zeytûnan dikin. Pîrên me zeytûn dişikandin. Kalên me jî ji zeytûnan sabûn çêdikirin. Ev sabûna zeytûnan li Mêrdîn û Dêrikê dihat firotin. "
 
‘Îsal zeytûn ne zêde ne’
 
Hakîme, da zanîn ku ew her roj serê sibehê radibin û diçin nava erd zeytûnan kom dikin û wiha pê de çû: “Zehmetiya zeytûnan gelek e. Lê belê ji ber ku em bi salane vî karî dikîn, em êdî hîn bûne.  Em her roj serê sibejê radibîn û diçin nav erd zeytûnan kom dikin. Carna mêr diçinin û carna jî jin ji daran zeytûnan kom dikin. Lê bi piranî zeytûn ji aliyê jinan ve tên komkirin.  Piştî ku me ji daran kom kir, em tînin malê. Em yên ku  eçiqîne baş dieçiqînin, yên ku neeçiqîne jî em difroşîn. Em yên amade didin aliyekî û yên ku girsin jî em difroşîn. Bi taybetî jî li Dêrîkê gel bi hilberîna zeytûnan debara xwe dike. Lê gelek kes jî nikarin bi zeytûnan debara xwe bikin. Bi tenê kesên ku erdên wan ên zeytunan tune zeytûnan dikirin. Niha li Dêrîkê fabrîqeya sabûnê hatiye vekirin û vê fabrîqayê jî kesekî ermenî vekiriye. Darên zeytûnan salekê berhem didin yekê jî nadin. Ji ber ku di dema pêdiviya darên zeytûnan bi baranê hebû baran nebariya vê salê zeytûn kêm bûn.” 
 
‘Dara  zeytûnê  sembola aştiyê ye’
 
Hakîme, bi lêv kir ku ji ber ku  malbata wê jî vî karî dike, ew jî ji zarokatiya xwe de vî karî dike û ev tişt got: “Min çavên xwe vekiriye  kal û pîrên me vî karî dikin. Kalên me ji berê ve vî karê dikin. kal û pîrên me berê zetûn û sabûna ku ji zeyta wan hildiberandin dibirin difrotin. Em îro  kevneşopiya kal û pîrên xwe didomînin. Berê ji ber fabrîq tunebûn me bi destê xwe dişikandin lê niha ji ber ku fabrîqe heye em dibin fabrîqeyê. Wateya dara zeytûnê yeke din jî heye ku ew jî wekî sembola aştiyê tê dîtin e.  Ji ber her tişt bûha bûye zeytûn jî îsal  nayê firotan. Ji ber bûhabûnê  û aloziya aborî em zeytûnan erzan difroşin. Îsal zeytunên me nayên firotan. Me ewqas ked dayê û îsal ji ber krîzê keda destên me nayê dîtin. Komkirina zeytûnan ne ewqas hêsane. Hem komkirina zeytûnan  û hem jî çêkirina zeytûnan pir zehmet e. Îsal ji ber av tune ye, me av ji biran derdixist û darên zeytûnan av didin. Hîna jî çavê me li baranê ye ji bo darên zeytûnan baştir bibin.”
 
‘Li gel me jiyaneke komînal heye’
 
Hakîme, di dawiya axaftina xwe de got ku ew  debara xwe bi firotina  zeytûnan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji xeynî komkirina zeytûnan em karên cûda jî dikîn.   Ji ber ku zarok jî hene em nikarin bi tenê debara xwe bi karê zeytûnan bikin. Li gel me jiyaneke komînal heye. Ez diçim alîkariya cîrana xwe dikim û cîrana min jî tê alîkariya min dike. Di karê zeytûnan de zehmetiya herî mezin jin dibînin. Ji ber ku jin ji serê sibehê heta êvarê di nava erdan de dixebite û dema êvarê diçe malê jî  karê malê dike, xwarinê çêdike û li zarokan dinêre. Karê jinan û mêran ne wekî hev e. Jin ji mêran zêdetir berpirsiyariyê digirin û dixebitin. Zehmetiya herî zêde jin dibînin. Barê jinan pir girane û tim jî giran dibe.”