'Keda destên jinê jêderka jiyanê ye'

  • 09:02 8 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Stêrvan Bêrîtan 
 
MINBIC - Selwa Muhemed a ku ev 5 sal in debara xwe bi dirûtinê dike anî ziman ku ew bi kêfxweşiyek mezin dixebite, debara xwe dike û got:"Keda destên jinê jêderka jiyanê ye. Divê hemû kes li keda destên jinê xwedî derkevin."
 
Dayikan çar zarokan Selwa Muhemed bêyî ku destên xwe li ber kesan veke dirûtinê dike û debara xwe dike. Selwayê dibêje:"Di vê jiyanê de ya herî xweş ew e mirov ne mecbûr be ku destên xwe li ber tu kesî veke. Ji ber ku bi keda destên xwe debara xwe dikim û destên xwe li ber tu kesî venakim ez gelek bextewar im."
 
Selwa Muhemed diyar kir ku ji ber ew zarokên xwe bi keda destan xwedî dike gelek bextewar e û got:"Niha ez zarokên xwe jî hînî dirûtinê dikim da ku ev jî wekî cewherekê di destên wan de bimîne. Ji ber ku di civaka Ereban de jin ji gelek mafên xwe bêpar dimîne em jî her hatin çewisandin. Heta niha ji aliyekî ji bo debara xwe, ji aliyekî din ve jî ji bo mafên xwe bi dest bixim min li berxwe da. Heta em jin li berxwe nedin em ê ji çewisandinê rizgar nebin."
 
'Keda destên jinê jêderka jiyanê ye'
 
Selwayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Keda destên jinê jêderka jiyanê ye. Divê hemû kes li keda destên jinê xwedî derkevin. Di vê jiyanê de ya herî xweş ew e mirov ne mecbûr be ku destên xwe li ber tu kesî veke. Ji ber ku bi keda destên xwe debara xwe dikim û destên xwe li ber tu kesî venakim ez gelek bextewar im. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku her di nava hewldana xebate de bin û destên xwe li ber tu kesî venegirin."