'Berhema kedê ya herî dîtbar e jin'

  • 09:04 6 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Rûken Goman
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Îlham Ehmed tevî temenê xwe yê mezin dev ji xebatê bernade û debara xwe dike. Îlhamê dibêje:"Jin di warê kedê de xwedî taybetmendiyek mezin e. Berhema kedê ya herî dîtbar e jin."
 
Îlham Ehmed a 70 salî di firoşgeha li ber mala xwe de dixebite û debara mala xwe dike. Di heman demê de di warê xwedîderketina keda jinê de bi awayekî hestiyar tev digere. Îlhamê bal dikişîne ser keda jinê ya giranbiha û wiha dibêje:"Ji dîrokê heta niha yên ku di warê pêşketin û hişyarbûyina civakê de kedek mezin dane jin e. Loma divê hemû kes li keda jinê xwedî derkeve."
 
'Min astengiyên ku derket pêş min nas nekir'
 
Îlham Ehmed da zanîn ku ew bi gelek astengiyên mezin rû bi rû maye û wiha got:"Ez jî wekî her jinê bi astengiyên mezin rû bi rû mame. Lê min dîsa jî dev ji têkoşîna jiyanê bernedaye. Min astengiyên ku derket pêş min nas nekir. Niha ez di firoşgehê de dixebitim û di heman demê de têkoşîna di warê aboriyê de jî didim. Ez her serê sibehê diçim firoşgehê û heta êvarî dixebitim. Ez diwestim lê dîsa jî dev ji xebata xwe bernadim. Keda jinê her dem pîroz e. Em dema ku li xwe û li keda xwe xwedî dernekevin em nikarin li ser piyan bisekinin. Ji bo em li ser piya bisekinin divê em her dem di nava piştevaniyek mezin de bin."
 
'Ez zarokên xwe jî fêrî xebatê û xwedîderketina li keda xwe dikim'
 
Îlhamê bi lêv kir ku ji bo zarokên wê jî li ser piyên xwe bimîne û li dijî jiyana dijwar têk neçin her dem alîkarî daye wan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez zarokên xwe jî fêrî xebatê û xwedîderketina li keda xwe dikim. Çimkî ji bo em di vê cîhana zor û zehmet de li ser piyên xwe bimînin divê em bixebitin. Her çiqas em rûnên û nexebitin em ê ewqas têk biçin. Divê di destpêkê de em jin bixebitin û li keda xwe xwedî derkevin. Jin di warê kedê de xwedî taybetmendiyek mezin e. Berhema kedê ya herî dîtbar e jin. Ji dîrokê heta niha yên ku di warê pêşketin û hişyarbûyina civakê de kedek mezin dane jin e. Loma divê hemû kes li keda jinê xwedî derkevin."