'Ji bo jiyanek baş xebat û keda destan lazim e'

  • 09:02 4 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Stêrvan Bêrîtan
 
MINBIC - Jina bi navê Meryem Dewjî ku debara xwe bi keda destên xwe dike got:"Ez dema ku dixebitim bi hêztir dibim. Ji bo jiyanek baş xebat û keda destan lazim e."
 
Li cîhanê her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û bi vê yekê girêdayî debar zehmetir dibe. Li cihên ku şer heye ev yek bêtir tê xuyakirin. Li dijî vê yekê jin ji bo debara xwe bikin li ber xwe didin. Li Minbicê jî ji bo debar bê kirin jin hewl didin. Jina bi navê Meryem Dewjî (43) jî yek ji wan jinan e ku ji bo debara xwe bike li berxwe dide. Meryemê dibêje:"Ez dayika 6 keç û 2 lawa me. Ji ber ku di temenê biçûk de hatim zewicandin min gelek zehmetî kişand loma ez li dijî zewaca di temenê biçûk de me. Min gelek zilim dît loma naxwazim kesekî din bi vê zilmê rû bi rû bimîne. Piştî ku hevjînê min mir şûnde jî min destên xwe li ber kesekî venekir. Ez dixebitim ku debara xwe bikim û destên xwe li ber tu kesî venekim."
 
'Jin çiqas bixebitin jî keda wan nayê dîtin'
 
Meryemê bal kişand ser keda jinê ya ku nayê ditîn û wiha got:"Jin çiqas bixebitin jî keda wan nayê dîtin. Ev jî neheqiyek mezin e. Divê keda jinê neyê binaxkirin. Her dem keda jinê bê dîtin. Dema ku keda jinê bê dîtin ev yek ew ê ji bo civakê jî baş be. Di heman demê de divê jin jî li keda xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin hevdu."
 
Bi keda destên xwe debara xwe dike
 
Meryemê da zanîn ku ew ji xebatê gelek hez dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bi şîşika qazax, papîk, êleg, lûfik çê dikim û difiroşim. Dema ku ez vana çê dikim di heman demê de ez kêfê jê digirim. Ev di heman demê de karekî hunerî jî ye. Loma bêtir kêfa min ji vî karî re tê. Ez dema ku dixebitim bi hêztir dibim. Ji bo jiyanek baş xebat û keda destan lazim e."