'Divê ji krîza aborî re demildest çareserî bê dîtin'

  • 09:12 3 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Her ku krîza aborî kûr dibe, bandora xwe li mutbex û bazarê jî dike. Yên ku çend meh berê digotin em ‘îdare dikin’ êdî wê jî nabêjin û diyar dikin ku divê demildest çareseriyek bê dîtin.
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan a Bikarhêneriyê (THD) di navbera 2016-2017’an de ji sedî 20’ê nifûsa Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û ji sedî 60 jî di bin sînorê xizaniyê de ne. Di demên dawî de ji ber krîza aborî nîşan dide ku ev rêje bilind bûye. Li navçeya Fatîh a Stenbolê welatiyên li Bazara Çarşemê dan û stanê dikin, ereboka yek kesî ne tije bû. Her kes ji bo bihayekî baş bigirin li hemû bazarê digerin. Nêzî tezgahê dibin û piştre li biha dinêrin.
 
‘Em êdî nikarin îdare bikin’
 
Bazirganek diyar dike ku krîzê herî zêde li qada tekstîlê xistiye û got kes wek berê berhem nagirin û gotin çend meh in karê wan qet nabe. 
 
Jinek bi me re li ser krîza aborî diaxive û di vê navberê de jinek din jî nêz dibe û dibêje ‘qedya qeyda Tirkiye qedya’. Jinek din jî destnîşan dike ku her tişt biha bûye û ber bi êvarê tê bazarê ji ber ku biha hinek dikevin. Jinek din jî li ser pirsa ‘krîz heye?’ wiha got: “Bêguman heye. Kî dibêje tune ye, ev ne rast e. Em bi her awayî bi bandor dibin.”
 
Em li bende xilaskirina roja xwe ne
 
Jinek din jî ku dibîne bihayê bamyayê 15 TL ye diyar dike ku wê dawiya cîhanê bê û got êdî ew nikarin tu tiştekî bigirin. Jinên ku çend meh berê ji her tiştî çend kîlo digirtin, êdî nikarin kîloyekê bigirin an jî jimartî fêkî û sebze digirin.