Turkan Albayrak ji bo berxwedana xwe piştgiriyê dipê

  • 09:09 3 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Turkan Albayrak ku ji ber li dijî tacîzê derket û sendîkayî bû du caran ji kar hat derxistin û vê carê jî ji ber bi hinceta Lêkolîna Arşîv û Ewlehiyê ji kar hatiye derxistin têdikoşe. Turkanê wiha got: “Ez bi berxwedanê ketim kar. Ji bo em li welat bijîn divê em hemû li kolanê berxwe bidin.”
 
Turkan Albayrak (54) bi KHK’ê hat îxrackirin û ji bo vegere karê xwe ji 3’ê îlonê heta niha li ber Qeymeqamtiya Sariyer a Stenbolê têdikoşe. Di 15’ê Tebaxê de bi hinceta Lêkolîna Arşîv û Ewlehiyê ji karê xwe yê Midûriyeta Tenduristiya Sariyerê bêyî tazmînat ji kar hat derxistin û heta niha 18 carî hatiye binçavkirin.
 
Turkan ku cara sêyem e ji kar tê avêtin cara ewil di 2004’an de ji Turk Telekomê bi hinceta li mafê xwe digere û li dijî tacîza zeyendî derketiye ji kar hat avêtin. Turkan serî li dadgehê dide û şûnde vedigere karê xwe û salek şûnde di 2005’an de li Nexwşexaneya Dewletê ya Paşabahçe dest bi kar dike û li vir jî bi hinceta endama sendîkayê ye di 2010’an de ji kar tê derxistin. Turkan vê carê serî li dadgehê nade û li ber nexweşxaneyê kon vedide û 118 rojan berxwe dide. Têkoşîna xwe bi greva birçîbûnê didomîne û encama têkoşîna xwe digire û di 2010’an de li Midûriyeta Tenduristiya Sariyê dest bi kar dike.
 
‘Min dest ji berxwedanê berneda’
 
Turkanê bi lêv kir ku tu car dest ji têkoşînê bernedaye û wiha got: “Ji ber ez bi berxwedanê ketim kar. Hîn li dijî min bi kîn in. Ji teqawîtbûna min re salek û nîv mabû. Beriya cejnê bû. Cejna me kirin jehr. Wan dest ji mahkumkirina min bernedan min jî dest ji berxwedanê berneda. Min di alî aborî de gelek zehmetî kişand. Me nikaribû hewcedariyên xwe bigirin. Kurê min diçe zanîngehê. Em ditirsin gaza xwezayî vebikin. Ji ber em nikarin fatureyan bidin.”
 
Turkanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê hêza xwe ji hemû karkerên berxwe daye girtiye û got: “Heta ez venegerim karê xwe ez ê berxwe bidim. Tu tiştek nikare min bide sekinandin. Ez ê li malê rûnenim. Ez ê bi têkoşînê bimirim. Min her tişt daye ber çavan. Ez bang li hemû kesî dikim ku piştigriyê bidin berxwedana min.”