'Xebat rihê mirovan zindî dihêle'

  • 09:03 3 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jinên Hesekê yên ku bi keda destên xwe dixebitin û debara xwe dikin dibêjin:"Xebat rihê mirovan zindî dihêle. Bila hemû jin bixebitin, rihê xwe zindî bihêlin û xwe li dijî neheqiyê biparêzin."
 
Jinên Kurd ji dîrokê heta niha her dem bi keda destên xwe berxwe dane û li ser piyên xwe sekinîne. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî qada azadiyê, xebatê li jinan fireh bû. Jinên ku ji gelek mafên xwe bêpar hatibûn hiştin piştî Şoreşê, azad bûn. Jinên Hesekê jî niha bi awayekî azad di warê aboriyê de hewl didin ku li ser piyên xwe bisekinin û dibêjin:"Heta em jin di warê aboriyê de azad nebin em ê di warê din de jî her dem tengasiyê bikişînin. Loma gerek em bixebitin û xwe pêş bixin."
 
Jina bi navê Asiya Şemdîn a 62 salî ku li firoşgehê dixebite û debara xwe dike wiha got:"Dema ku ez dixebitim ez êşên xwe ji bîr dikim. Ez mijûl dibim. Ez hem êşên xwe ji bîr dikim hem debara xwe dikim. Hinek jin hene ku ji xebatê fedî dikin. Lê kar ne şerm e, betalbûn şerm e. Bi hezkirin û bi hêz dema ku em bixebitin û pêdiviya me ji kesekî re nemîne wê demê kesekê dê nikaribe me bieciqîne. Ji bo em neyên eciqandin gerek em hemû jin bi destên hevdu bigirin û piştgiriyê bidin hev û aboriya xwe geş bikin."
 
'Xebat rihê mirovan zindî dihêle'
 
Her wiha jina bi navê Nisrîn Omer a 29 salî ku ew jî li firoşgehê dixebite anî ziman ku dema ew dixebite ew bextewar dibe û wiha got:"Mirovên ku dixebitin hîn bi rêk û pêk tev digerin. Mejiyê mirovan bi xebatê zindîtir dibe. Loma em jî her di nava liv û tevgerekê de ne. Xebat rihê mirovan zindî dihêle. Bila hemû jin bixebitin, rihê xwe zindî bihêlin û xwe li dijî neheqiyê biparêzin. Heta em jin di warê aboriyê de azad nebin em ê di warê din de jî her dem têkevin nava tengasiyê. Loma gerek em bixebitin û xwe pêş bixin."