Li hewselê salê du caran hilberîn tê kirin

  • 09:17 2 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
AMED- Li Baxçeyên Hewselê ku hewcedariya sebze ya ne tenê Amedê ya gelek bajaran pêk tîne, hilberîna dawî ya meha payîzê tê kirin.
 
Baxçeyên Hewselê di navbera Sûrên Amed û Çemê Dicîleyê de dirêj dibe û yek ji embarên xurek ya herî kevn a Mezopotamyayê ne. Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê UNESCO’yê de cih digirin, di serî de ya Amedê, hewcedariya sebze ya bajarên derdorê yên wekî  Riha, Êlih, Sêrt,Bedlîs, Muş û Wanê jî pêk tîne.
 
Li baxçeyê Hewselê ku salê du caran hilberîn tê kirin, niha dema rakirina fasulî, pirasa û xiyaran e. Fatoş Sokmez ya di baxçe de dixebite diyar dike ku bi berhevkirina sebze re dest bi demsalê dikin û got beşek mezin a roja xwe li baxçe derbas dikin.
 
Fatoş bi lêv dike ku bi xwişka xwe re di saetên zû yên sibehê de tên baxçe û got: “ Em sebezeyên xwe difroşin halê. Em her sibeh tên Hewselê. Em taştê ya xwe pir caran li baxçe dixwin. Em nîvê roja xwe bi komkirina sebze derbas dikin. Ji nîvro şûnde germ dibe em navberê didin. Di navbera 16.00 û 17.00’an de em car dikevin baxçe. Yekane debara me çandiniye.”
 
Fatoşê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku cohên avê çend rojin bîhnek nebaş jê tê û ev bîhna nebaş jî baxçeyê me bi bandor dike. Fatoşê got ew ji ber vê bîhnê nikarin bixebitin û got berê ne wisabû niha ji ber bîhnê nerehet dibin. 
Dîlan Sokmez jî daxuyakirin ku xebata li baxçeyên Hewselê gelek xweşe û got karê wan zehmete lê ji ber debara xwe li vir dixebitin.