‘Em çi bixwin, em axê bixwin?’

  • 09:12 29 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Her çiqas desthilatdarî û çapemenî krîza aborî veşêre jî bazirganên bazarê û nanpêj, yên amadekariya zivistanê dikin krîzê zêdetir hîs dikin. Gurbet Savci ya amadekariya zivistanê dike wiha dibêje: “Em çi bigirin bixwin, em axê bixwin?” Nanpêjan jî got karaborsa li ser piyasayê bûye serdest.
 
Piştî TL li hember Dolar nirx winda kir şûnde krîza aborî derket holê û her çiqas krîz bê veşartin jî, li sûk û bazaran gel dikevin nava tengasiyê. Ji bo wêneyê xizaniya ku her diçe kûr dibe bê dîtin, mirov derketin kolan û sûkê.
 
‘Em nikarin tiştekî bikirin’
 
Jina bi navê Gurbet Savci ku ji bo babaqenûç çê bike hatiye bazarê wiha dibêje: “Xwarin pir biha bûye. Me kîloya balcanên ne baş bi 3,5 TL girt. Ma em çi bixwin, em axê bigirin bixwin? Em nikarin biçin bazarê. Me sala borî hemû amadekariyên zivistanê kiribû. Biha gelek baş bûn. Lê îsal em nikarin tiştekî amade bikin.”
 
Nanpêj: Em nikarin tiştekî bikin
 
Yek ji kargeriyên ku herî zêde ji krîzê bi bandor bûne nanpêjj in. Bihayên ard bandor li ser nanpêjan, nanpêj jî li ser bihayê nan dike. Nanpêjan da zanîn ku ew gelek zehmetiyan dikşînin û wiha gotin: “Em sibehê saet di 04.00’an de radibin û heta 20.30’an dixebitin. Tu jiyana me ya civakî tune ye. Li ser vê jî ev meheke li ser hev zem tê kirin. Vê jî moralê me têk biriye.”
 
‘Em nikarin deynê xwe bidin’
 
Kesê ku di nanpêjê de dixebite wiha got: “Ambalajên me berê bi 65 TL digirt em niha bi 140 TL digirin. Me poşet bi 6,5 TL digirt em niha bi 12.5 TL digirin. Ard ji 65’an derketiye 95 TL yî. Êzing me berê bi 400 TL’yî digirt em niha bi 550’yî digirin. Em nikarin deynê xwe bidin. Divê biha demildest bê sekinandin û erzanî çê bibe.”