Berxwedêra flormarê: Em bi ser ketin

  • 09:07 27 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Yek ji berxwedêrên Flormarê Nurhan Guler diyar kir ku bi hinceta sendîkayiye hatiye derxistin û got wê 14 salan beramberê keda xwe negirtiye û wiha got: “Wan got ev jinin emê berxwedana vana bişkînin. Lê em bi ser ketin. Ew jî vê dizanin. Ji me ditirsin.”
 
Berxwedêra Flormarê Nurhan Guler yek ji jinên ku ji berxwedanê re pêşengiyê dike ye. Nurhan 14 salan di Flormarê de dixebite û şahidiya barkirina Flormarê ya ji Bahçelîevler birine Gebezeyê û vekirina beşên cuda kiriye. Nurhanê di vê pêvajoyê de kedek mezin daye.
 
‘Maşîneyên me tunebûn’
 
Nurhanê wiha got: “Hîna me bar nekiribû maşîneyên me manuel bûn. Maşîneyên me tunebûn. Tu beş nehatibû runiştin. Di nava salan de mezin bû. Piranî jin di vê fîrmayê de dixebitin. Bîdonên me yên maskara her yek sed kîlo bûn. Ji bo barkirinê divê mêr bixebitinya. Lê wan nedixwest. Ji ber mêr di karên wisa giran de nedixebitîn. Em jin têkoşer bûn. Jİ ber vê her tim jin dixebitîn.”
 
‘Mezinbûna fabrîkayê bandor li mûçeyê me nekir’
 
Nurhanê daxuyakirin ku daxwazên wan her tim bi hinceta ‘em maşîneyan dikirin, me beşên nû vekirine’ hatine redkirin û wiha pê de çû: “Me jî piştgirî dida wan lê herî dawî me dît ku niyeta me ya baş tê binpêkirin. Herî dawî me biryar da em bibin sendîkayî. Çend sal berê me xwest lê yekitiyek me ya xurt tunebû. Herî dawî sebra me qedya. Ez bi pereyê asgarî dixebitim. Du zarokên min hene. Neçar im bixebitim. Şertên welat diyarin. Bi xebata kesekî debare nabe. Cîroyên berheman zêde bûn. Me jî xwest mûçeyê me zêde bikin. Demên ewil sîwaneyên me tunebûn. Cihê em lê dixebitin gelek cemidî bû. Me bi hev re îmze kom kirin. Niha em dibînin ku ji yekitiya me tirsyane.”
 
‘Wê kî mexduriyeta min ji holê rake’
 
Nurhanê bi lêv kir ku piştî ji kar hatine derxistin şûnde pêvajoya navbeynkariyê jiyane û wiha got: “Piştî pêvajoya navbeynkaran qeda me doza radestkirinê vekir. Ez niha li bende encama dadgehê me lê wê kî mexduriyeta min çareser bike. Ez mexdurim. Zarokên min diçin dibistanê. Min 14 salan ked da vê fabrîqê. Em heta niha bi tirsa ji kar avêtinê bêdeng man. Di nav salan de min parastin hîn kir. Heta mirov deng dernexin mirov tên mahkumkirin. Êdî bila ew ji me bitirsin. Em êdî dikarin her tiştî bikin.”