'Jin ked û hêza civakê ye'

  • 09:01 27 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Stêrvan Bêrîtan
 
MINBIC - Jinên ku li Firina bi navê Alî ya li Minbicê dixebitin dibêjin ku ew bi hêz, îrade û baweriya xwe dikarin debara xwe bikin û hêviyên civakê geş bikin. 
 
Berî ku Minbic azad bibe jin her dihatin çewisandin. Piştî ku bajarê Minbicê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin şûnde pêşketin û xebatên jinê dest pê kir. Yek ji van xebatana Firina bi navê Alî ya Minbicê ye. Jinên ku li firina bi navê Alî dixebitin anîn ziman ku jinê hêza xwe ispat kir û bi awayekî azad dixebitin, debara xwe dikin. 
 
Xebatkara Firinê ya bi navê  Zehra Hiso li ser xebata xwe û keda xwe wiha axivî:"Li Minbicê jin ev cara yekemîne ku di firinê de dixebite, ji ber ku berê digotin ev kar ne karê jinê ye jin hêza wê têra vî karî nake jin nikarê debara jiyana xwe bi xwe bike. Her wiha dihat gotin ku dema jin derketin derve divê hevjîn, kur, bira, bav bi wan re derkeve. Lê piştî ku Minbic ji aliyê YPG/YPJ'ê azad bû şûnde jin jî azad bûn. Niha dixebitin, debara xwe dikin û serî natewînin. Em jî wekî xebatkarên firinê dibêjin ku bila hemû jin bixebite, debara xwe bike û azad bijîn."
 
'Jin dikarin bê mêr jî debara xwe bikin'
 
Her wiha kedkara jin a bi navê Firiyal Semran jî da zanîn ku ji ber ew dixebite gelek bextewar e û got:"Ev bû heft meh in ku em di vê firinê de dixebitin û ev kar ji aliyê aborî ve gelek baş bû. Zarokek min heye û ez xwedî dikim. Hêza jinê têra wê dike. Loma jin dikarin bê mêr jî debara xwe bikin. Jin dema ku hêza xwe bikin yek û li dijî sîstema ku wan diçewisîne serî hildin kes nikare bi jinan. Ez bangê li hemû jinan dikim ku bibin yek û serî netewînin."
 
'Em dikarin hêviyên civakê geş bikin'
 
Jina bi navê Dîba Mehfûz  ku bû şeş meh in dixebite wiha got:"Derfeta karê firinê ya ji bo jinan gelek girîng e. Jin êdî di her qadê de dixebitin. Hêza xwe ispat kir û roleke sereke lîst. Ji bo ku jin karibe tevlî xebata aborî bibe û bibe xwediyê hilberînê divê li hêviya mêran nemîne û bixebite. Hêza her jinê heye ku bixebite û debara xwe bike. Piştî ku Minbic rizgar bû şûnde jinan xwe di her qadê de pêş xistin. Jin ked û hêza civakê ye. Em bi hêz, îrade û baweriya xwe dikarin debara xwe bikin û hêviyên civakê geş bikin."