Jinên berxwedêr: Berxwedanê bixwebawerbûna me zêde kir

  • 09:08 25 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Jinên ji Flormarê de bi hinceta sendîkayî ne ji kar hatin derxistin û ji bo vegerin karê xwe ev 130 roje li ber fabrîkayê li ber xwe didin piraniya wan yekem car broşuran belav dikin û tevlî çalakiya girseyî dibin. Jinan der barê destkefiyên berxwedanê de bi dest xistin axivîn û gotin ku bi xwe baweriya wan zêde bûye.
 
95 jê jin bi giştî 132 karkerên li Flormarê dixebitin bi hinceta sendîkayî de ji kar hatin derxistin û ji bo vegerin karê xwe ev 130 roje têdikoşin. Yagmur Ozgoren ku salek û nîvê di flormarê de xibtî û got: “Me mafên xwe negirtin. Hevala min ya 6 sale li vir dixebite heye. Mafên me nedidan me. Dema em nehatina kar girtek digirtin. Rapora me hebûna jî kirtek digirtin. Me jî biryar da em bibin sendîkayî. Beriya 15’ê Gulanê 15 hevalên me hatin derxistin. Hevalên me piştre hatin ber derî me jî piştgirî da wan. Ji ber me çepik lêxist û me destê ji wan re hejand em 60 kes ji kar avêtin.”
 
‘Maeşa mêran zêdetire’
 
Yagmurê di berdewamiyê de bi lêv kir ku çawa ketine berxwedanê reklama flormarê hatiye rakirin û wiha pê de çû: “Jin çi bixwazin dikarin bikin. Em dibêjin ‘jin bixwaze dikare bibe sendîkayî’.Di demên zehmet de her tim ewil jinan ji derve dihêlin. Maeşên mêran zêdetirin. Wekê em vala tên vir li me mêze dikin.”
 
‘Em zêdetir nêzî hev bûn’
 
Yagmurê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku saziyek jinan piştgirî daye wan û banga boykota me bi piştgiriya rêxistinên jinan belav bûye û wiha dawî lê anî: “Ez yekem car tevlî çalakiyekê dibim. Me broşur belav kirin. Hestên hevaltiyê zêde bûnû em bi jinan re zêdetir nêzî hev bûn.”
 
Jina bi navê Zuhal Aktaş ya 3 sal û nîve li flormarê dixebite jî anî ziman ku hevjînê wê miriye û li du zarokên xwe dinêre û got: “Dema dixebitim min du caran qezaya kar derbas kir. Ez li cem dê û bavê xwe dijîm. Zarokên min diçin dibistanê. Patronan fabrîka daye rêveberan û tenezul nakin ku bên bibînin. Patron her dim mêran wekê ku debara malbatê dikin dibînin. Jin tên pelçiqandin. Kêm pere didin jinan. Jin û mêr wekhev nabînin. Ez hewl didim li zarokên xwe binêrim. Ez yekem care tevlî berxwedanê dibim. Ez di rewşa normal de kesek bêden bûm. Lê bi saya vê berxwedanê bixwebawerbûna min zêde bûye.”
 
Her wiha Zuhalê bang kir ku divê kes berhemên flormarê nestîne.