'Jin hêvî û bingeha civakê ye'

  • 09:04 24 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Nûpelda Têkoşîn/ Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Li Gundê Barê yê Şengalê jina bi navê Xezal Hamo bi keda destên xwe debara xwe dike û dibêje ku ji bo jin neçewisin û li ser piyên xwe bisekinin divê bixebitin û li berxwe bidin. 
 
Li Şengalê tevî hemû zor û zehmetiyan jina bi navê Xezal Hamo ku li Gundê Barê yê Şengalê dimîne fêkiyan diçîne û debara xwe bi firotina wan dike. Xezalê dibêje jin hêvî û bingeha civakê ye û divê jin li keda xwe xwedî derkevin. 
 
Xezal Hamo diyar kir ku ew ji xebatê gelek hez dike û got:"Li Gundê me yê bi navê Barê baxçeyê me heye. Em di nava baxçe de hêjîr, hinar, zerdal û hwd. diçînin. Piştre em wan difiroşin û em debara xwe pê dikin. Niha jî ez ji bo zivistanê hinaran hişk dikim. Ji ber ku fêkiyên em diçînin xwezayî ne ji bo tenduristiyê jî baş in. Dema ku ez diçim nava baxçeyê xwe û pêxwas pê li axê dikim ez aram dibim. Ez gelek ji axa xwe û baxçeyê xwe hez dikim. Ez ji xwezayê feyzê digirim û ez wiha aram dibim. Dema ku ez debara xwe bi destên xwe dikim ez bi hêztir dibim. Pêşniyara min ji hemû jinan ew e ku bixebitin û hêzê ji xebata xwe bigirin."
 
'Jin hêvî û bingeha civakê ye'
 
Xezalê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an şûnde gelek Êzidî hatin koçberkirin, revandin û qetilkirin. Niha tevî hemû zehmetiyan em hewl didin ku jiyanek nû ava bikin. Em dixwazin hemû Êzidî vegerin ser axa xwe. Şengal ji her derê xweştir e, axa dapîr û bapîrên me ye. Ez gelek kêfxweş im ku li ser axa xwe dixebitim û bi keda destên xwe debara xwe dikim. Jin hêvî û bingeha civakê ye. Divê hemû jin bixebitin û li keda xwe xwedî derkevin. Ez ê heta dawî li dijî neheqiyê têbikoşim û li keda xwe xwedî derkevim.