Li Tirkiyeyê ji nav bêkarên qeyitkirîne ji sedî 52 jin in

  • 12:57 14 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên IŞKUR'ê li Tirkiyeyê bêkarên qeyitkirîne hejmara wan gihaştiye 2 milyon û 751'ê. Ji nav vana ji sedî 52 jin in. 
 
Saziya Kar a Tirkiyeyê (IŞKUR) daneyên bêkarên qeyitkirî bi rayagiştî re parve kir. Li gor daneyan bêkarên qeyitkirî hejmara wan li gor sala borî nêzî 200 hezar kesî zêdetir bûye û gihaştiye 
2 milyon û 751 kesî. Ji nav bêkarên qeyitkirî ji sedî 48 mêr û ji sedî 52 jî jin in.