Li Tirkiyeyê ji nav bêkarên qeyitkirîne ji sedî 52 jin in 2018-09-14 12:57:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên IŞKUR'ê li Tirkiyeyê bêkarên qeyitkirîne hejmara wan gihaştiye 2 milyon û 751'ê. Ji nav vana ji sedî 52 jin in.    Saziya Kar a Tirkiyeyê (IŞKUR) daneyên bêkarên qeyitkirî bi rayagiştî re parve kir. Li gor daneyan bêkarên qeyitkirî hejmara wan li gor sala borî nêzî 200 hezar kesî zêdetir bûye û gihaştiye  2 milyon û 751 kesî. Ji nav bêkarên qeyitkirî ji sedî 48 mêr û ji sedî 52 jî jin in.