Dest bi çêkirina dims û bastîxê hat kirin: Hemû bar dîsa li ser milê jinan e

  • 09:13 7 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Duygu Cînîvîz
 
SEMSÛR - Li Semsurê her sal di dawiya meha Tebaxê de tiriyên ji rezan tên komkirin û bi keda jinan dims û bastîx tên çêkirin. Jin diyar dikin ku ji komkirina tirî bigirin heta çêkirina hemû berheman ew dikin û ji rewşê bi gazinc in.
 
Ji bo çêkirina dimsê li Semsurê beroş hatin danîn. Ji bo dims û bastîx bê çêkirin li herêmê Kerge tên avakirin û xebatek mezin tê meşandin. Fîlîz Yucel a li Mezra Çemê Kahta ya navçeya Kahtayê dijî hem çêkirina dimsê û hem jî pirsgirêkên ji ber rolên zayenda civakî tên jiyîn vegot.
 
‘Ewil tirî tê paqijkirin’
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku aliyê herî zehmet yê kar berhevkirina tirî ye û çêkirina dims û bastîxê wiha vegot: “Em tiriyên xwe ji rez kom dikin. Em ên paqij ji nav digirin û dikin kîsan. Ciwan tirî dihesirînin. Piştre em ava tirî dikelînin, dikin dims an jî bastîx.”
 
‘Sibehê dest pê dike heta raketinan didome’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku sibehê saet di 06.00’an de dest bi kar dikin û heta raketinan berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rojan em dimsê çê dikin. Bi şev jî em bastîxê radikin û dipêçin. Ji meha îlonê tiriyên em kom dikin, di nav 4-5 rojan de em paqij dikin, dikelînin û hişk dikin. Di vê navberê de em li sewalan dinêrin, karê malê dikin, xwarinê çê dikin, paqijiya malê dikin û bi mêvanan re eleqeder dibin. Aliyê herî giran ê kar li ser milê jina ye. Mêr tenê di esirandina tirî de dibin alîkar. Ev hemû ji bêdadiya serdestiya mêr pêk tên.”
 
Fîlîzê daxuyakirin ku mêr her tim pozbilindiyê dikin û divê jin jî li dijî van rolan sekna xwe nîşan bide.