'Jinê her dem bi keda destên xwe rengekî cuda daye jiyanê'

  • 09:01 6 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Dîlber Muhemed
 
SERÊKANIYÊ - Jinên Serêkaniyê ji bo zivistan bi awayekî hêsan derbas bibe amadekariya cureyên xwarinê dikin û dibêjin:"Ji bo karê me yê zivistanê hêsan bibe ji niha de em amadekariyê dikin. Em wekî cîran bi awayekî hevpar alîkariya hev dikin û amadekariya zivistanê dikin." 
 
Jinên Serêkaniyê yên Kantona Heseka Herêma Cizîrê bi çandek kominal tên gel hev û amadekariyên zivistanê dikin. Jinên ku alîkariya hevdu dikin dibêjin ku jiyan bi alîkariya bi hev re xweş dibe.
 
Jina bi navê Sîham Şukrî da zanîn ku ew û cîranên xwe alîkariya hevdu dikin û got:"Dema ku em hemû jin tên gel hevdu em ji hev hêze digirin. Em cureyên xwarinê yên zivistanê amade dikin ku zivistana me hêsantir derbas bibe. Em ava firingiya amade dikin. Fêkiyan hişk dikin. Tirşikê çê dikin û dikin qavanozan. Bi vî awayî em hem tên gel hevdu hem jî em karê xwe dikin."
 
'Jinê her dem bi keda destên xwe rengekî cuda daye jiyanê'
 
Sîhamê da zanîn ku keda jinê li her derê xwe diyar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo karê me yê zivistanê hêsan bibe ji niha de em amadekariyê dikin. Em wekî cîran bi awayekî hevpar alîkariya hev dikin û amadekariya zivistanê dikin. Jiyan bi alîkariya bi hev re xweş dibe. Ev çanda amadekariya zivistanê ji hişmendiya jinê tê. Ev hişmendî jî jiyana mirovan hêsantir dike. Em jî bi amadekariya zivistanê hewl didin ku jiyana xwe hêsantir bikin. Lê divê em amadekariyên bi vî rengî li her qada jiyana xwe têxin meriyetê. Jinê her dem bi keda destên xwe rengekî cuda daye jiyanê û her dem hewl daye ku wekî amadekariyên zivistanê di her qada jiyanê de çalak be."