Nalan a ji goreyan pêlîstokan çê dike: Bila hemû jin wêrek bin

  • 09:08 2 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Nalan Muratbay a di sektora taybet de 18 salan li ser maseyê xebitî niha ji goreyan pitikên pêlîstok çê dike û pê debara xwe dike.
 
Nalan Muratbay a 18 salan di fîrmayek çavkaniya mirovan de xebitî, diyar kir ku xebata li ser maseyê ne hilberîn e û wiha got: “Min dixwest tiştên hildiberînim bên dîtin. Min ji bo pêlîstokên xwe yên bebek serî li mîhrîcana kolanê ya şaredariya Beyoglu da û serlêdana min hat qebûlkirin.”
 
Nalanê daxuyakirin ku eleqeyek mezin li hember karê wê heye û wiha vegot: “Min li malê her tim tiştek çê dikir. Salek û nîv berê min goreyê zarokê xwe kir pêlîstok. Bi vî awayî min dest pê kir. Hevalên min gelek ecibandin. Piştre ji bo zarokên xwe xwestin. Min ji zarokên wan re jî çê kir. Wisa belav bû. Min bi vî awayî sîparîş girtin. Piştî min beramberê keda xwe girt min 4 meh berê dest ji kar berda.”
 
Atolye ava kir
 
Nalanê destnîşan kri ku ew li çend dibistanan ji bo aktîvîteyan dersa çêkirina pêlîstoka pitikan dide û got çawa ji dibistanan daxwaz hatine atolye ava kirine. Nalanê ev tişt vegot: “Bi saya şîrketa organîzasyona hevala min min sîparîş ji saziyek alîkariyê ya zarokan girt. Min ew qedand li cihekî din hat dîtin û sîparîş hat dayîn. Jin ji bo karê xwe bikin divê hinek wêrek bin. Hêza jinê heye.”