Di rojeva jinên Semsurê de krîza aborî û qedexeya tutunê heye

  • 09:07 30 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
SEMSUR- Jinên li Semsurê ku di çavkaniya herî sereke ya debarê tutunê de kedek mezin didin, ji ber krîza aborû û îhtîmala qedexekirina çandin  tutunê bi fikar in. Dîlek Cînîvîz a her sal bi malbata xwe re tê tutunê kom dike diyar kir ku ew nizanin wê çi bikin.
 
Li Semsurê gel li hemberî îhtîmala ku tutun bê qedexekirin bi fikar e. Dîlek Cînîvîz a li Edeneyê dijî û mehên havînê ji bo komkirina tutunê tê bajaroka Bulam a Çelîkhan a Semsurê di bin germahiya rojê de li ser erd me pêşwazî dike.
 
Jinên Bulamê di meha Adarê de dets bi maceraya tutunê dikin û heta meha mijdarê bê navber dixebitin. Di vê pêvajoyê de malbatên ji ber sedemên cuda koçî Edeneyê kirine jî havînan tên gundê xwe û karê tutunê dikin. Yek ji van jinan ku ji Edeneyê hatiye Bulama Çelîkhanê diyar kir ku mijûlbûna bi axê re wê gelek rehet dike.
 
‘Hewldana me ya karê tune ye’
 
Dîlekê destnîşan kir ku armancek bazirganî ya tutunê heye lê ya sebze tenê ji bo hewcedariya mutbexa malbatan tê kirin û wiha pê de çû: “Ji bo me sebzeyên me pir girîng in. Her çiqas tutun bê firotin jî îsot ji bo hewcedariya me ya mutbexê ye. Hewldanek me ya ku em karê bikin tune ye. Em li dora erdên tutunê îsot, bacan û firingiyan diçînin. Ez ji bo alîkariya malbata xwe têm û em sebzeyên xwe ji bo zivistanê hişk dikin. Herwiha em tirşiyê jî çêdikin.”
 
‘Em nizanin çi bikin’
 
Dîlekê daxuyakirin ku krîza aborî bandorek mezin li ser buhayên tov û dermanan kiriye û wiha dawî li axafitna xwe anî: “Ji ber krîzê debar zehmet bûye. Her tişt buha dibe. Tov buha bûye. Derman buha bûye. Tutuna me di destê me de maye. Ger tutun bê qedexekirin em nizanin em çi bikin.”