Gundî bi fikarin: Ger neyê firotin em ê birçî bimînin

  • 09:14 28 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
SEMSUR-Li Semsurê ku yekene çavkaniya debara gel tutune, bi vî pereyî hem zarokan didin xwendin hem jî lêçûna malê dikin. Zeynep Horuz got sala borî ji ber qedexeyê tutuna wan di destê wan de ma û got ew îsal jî nefroşin wê birçî bimînin.
 
Li navçeya Çelîkhan a Semsurê li bajaroka Bulan karker saet di 06.00’an de di kaseyên traktorê de diçin ser erdan û êvarê saet di 19’an de karê wan bi dawî dibe. Zeynep Tosun a bi şûjinê tutin derbasî ben dike. Em şahidiya têkoşîna keda Zeynebê dikin.
 
‘Em gelek diwestin’
 
Zeynep wiha dibêje: “Em ewil tovên tutunê davêjin. Bi navberan em eşêf(çape) dikin. Piştî mehekê şûnde em kulîkên serê tutunê jê dikin û paqij dikin. Piştî van em beşa jêr û baskên wê yên biçûk jê dikin. Keda wê pir zêde ye. Em jinên li gund pir diwestin. Li hember vê kedê qe nebû bila ewlehiya tenduristiya me hebûya.
 
‘Xebatek dirêj e’
 
Zeynebê da zanîn ku ew di 10’ê Adarê de tutunê di sedîran de diçînin û di meha gulan-hezîranê de diçînin axê. Em du mehan li van tovan dinêrin. Em fîdeyan yek bi yek jê dikin û piştî me çand şûnde mehek din eşêf dest pê dike. Karekî gelek zehmete.”Zeynebê her wiha destnîşan kir ku li ser erdan ji ber pirsgirêka avê nîqaş tên jiyîn. 
 
Zeynebê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yekane debara me tutune. Sala borî me tutun destê me de ma. Îsal jî em bi wê fikarê dijîn. Ger em vê jî winda bikin emê birçî bimînin. Hêviya me eve ku tutun neyê qedexekirin. Tutun tunebe, gundiyên Bulam jî tune.”