'Keda jinê wekî ronahiya çavan bi qîmet e'

  • 09:01 27 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Rûken Goman   
 
DÊRIK - Jinên kedkar ên Dirûnxaneya Jinê ya Dêrikê diyar kirin ku ji bo aboriyek xurt, civakek pêşketî keda jinê girîng e û got:"Keda jinê wekî ronahiya çavan bi qîmet e."
 
Dirûnxaneya Jinê ya girêdayî Buroya Jinê ya Şaredariya Dêrikê ya girêdayî Qamişloyê ji bo jin xwe pêş bixin û di nava civakê de di warê aboriyê de bibe xwedî rolekê, hat avakirin. Jinên ku li Dirûnxaneya Jinê dixebitin anîn ziman ku ji ber ku ew di warê aboriyê de li ser piyên xwe disekinin gelekî kêfxweş in û dibêjin ku bi saya keda jinê aboriyek xurt tê avakirin. 
 
'Jina afirîner her dem pêşengtiya civakê kiriye'
 
Jina bi navê Heyifa Mohemed ku li Dirûnxaneya Jinê dixebite anî ziman ku azadiya aboriyê azadiya civakê ye û wiha got:"Dema ku em qala kedê dikin jin tên bîra mirov, ji ber ku jin di her qadê de kedek mezin daye. Niha em jî li dirûnxaneyê dixebitin û kedekê didin. Em hem ji bo malbata xwe hem jî ji bo civakê kedê didin. Ez di temenê xwe yê 14 salî de hînî dirûtinê bûm. Ez niha dirûtinê hînî kesên din jî dikim. Em li vir xizmeta civakê dikin. Ev yek jî me bextewar dike. Jina afirîner her dem pêşengtiya civakê kiriye. Em ê jî bi ked û xebata xwe ji civakê re bibin ronahî."
 
'Ji bo pêşketina aboriyê keda jinê gelek girîng e'
 
Nûhat Mohemed jî da zanîn ku ji bo pêşketina aboriyê keda jinê gelek girîng e û got:"Vekirina Dirûnxaneya Jinê di qada bazarê de gelekî deng veda. Li vir jin hem dan û sitendinê dikin hem jî hînî dirûtinê dibin. Li vir dema ku xebatek bi vî rengî pêk tê ev rê li pêşketina aboriya civakê jî vedike. Ji bo em vê xebatê berfirehtir bikin û ji bo gelek jin di nav de cihê xwe bigirin projeyên me yên nû hene. Ji bo aboriyek xurt, civakek pêşketî keda jinê girîng e. Keda jinê wekî ronahiya çavan bi qîmet e."