Aborînas Emîne: Fatura krîzê wê li jinan bê birîn

  • 09:03 26 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR-Aborînas Emîne Sozudogru, diyar kir ku krîza aborî ji ber polîtîkayên şaş yên destilatdariyê pêk tê û dolarên ji Katarê tên bi menşeya DYA’yö tên û fatura krîzê wê li jinan bê birîn.
 
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê di çapemeyê de tê gotin ku têkildarî çima Rahîp Andrew Brunson radestî DYA’yê nehatiye kirinê ye. Aborînas Emîne Sozudogru ku di rêveberiya HDP’a Îzmîrê de cih digire, bi lêv kir ku ji rojeva ku hatiye afirandin wêdetir, krîzek gelekî kûr heye. 
 
‘Dolarê Katarê jî menşeya DYA’yê ye’
 
Emîneyê destenîşan kir ku krîza tê jiyîn encama polîtîkayên şaş e û ev berê jî dihat zanîn û wiha pê de çû: “Sedema ku hilbijartin pêşdegirtin, ev bû ku beriya krîzê hilbijartinê derbas bikin. Beriya hilbijartinê valahiya carî gelek zêde bû. Ji krîza tê jiyîn wê dîsa gel zirarê bibîne. Ji xwe dihat payîn ku buhayê lîreyê tirk wê kêm bibe. Dixwazin wek krîzek sunî nîşan bidin. Ji ber  vê ji Katarê 15 milyar dolar raste rast nayê girtin û xwendekarên pola yekem a îktîsadê jî vê dizanin. Di razemeniya raste rast de ji ber şirket bi giştî tê girtin, di rêveberiyê de ew dewlet heye. Dibêjin em ji DYA’yê dolar nagirin lê ji ber dolarên Katarê jî ji DYA’yê hatiye girtin, dolar bi menşeya DYA’yê tê Tirkiyeyê.”
 
‘Bedela aboriya xwe dispêre înşatê gel û xweza dide’
 
Emîneyê daxuyakirin ku welatên mêtînger bi krîzê tên bi rêvebirin û erzanbûna pereyê tirk, dibe sedema ku Tirkiye dikeve asta pazara hevpar. Di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de der barê îstîhdama Tirkiyeyê de tu razemenî nehatiye kirin. Em nikarin çavkaniyên xwe yên heyî jî bi kar bînin. Bêguman zêdekirina hilberînê girîng e. Di çandiniyê de jî betalî heye. Em îthal dikin. Aboriyek ku razemeniyê ji bilî înşatê ji tiştekî re nake, heta ku biçe wê biçe. Hun daran dibirin, gel bedela wê dide.”
 
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi hilberînek plankirî terza hilberîna kolektîf dikare li şûna aboriyan bê bikaranîn û wiha dawî li axaftina xwe  anî: “Fatura krîzê wê dîsa li jinan bê birîn. Desthilatdarî dikare ji bo jinan bêje ‘bila li malên xwe runin’. Lê wê fatureya vê krîzê jin bidin.”