Ji Sakîneyê li hember krîza aborî pêşniyar

  • 09:06 24 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Sakîne Tayanç diyar kir ku wê fatureya krîza aborî pir giran be û got: “ Mirov niha ji helwesta serokomar fêm nakin, ew dibêjin qey wan serbilindî nîşan daye. Lê dema ku nan bi 3-5 lîrayî bigirin wê lêpirsîn bikin. Di serî de jin divê her kes hêza xwe bikin yek.”
 
Sakîne Tayanç a di Fîrmaya A.Ş ya Ragîhaninê ya Elektronîk LTS Arge de cih digire, sedemên krîz û encamên wê nirxandin. Sakîne ya ku Seroka giştî ya Komeleya Karsazên Sanayîvan ya Esnafên Hevdem (ÇAGSÎAD) jî got gelek kes ji ber zêdebûna dolar û Euro ketine zirarê û wiha pê de çû: “Em agahiyan digirin ku mirov xwe întîxar dikin. Zêdebûna dolar a di şevekê de mirov bêzar kirin. Têkiliya krîzê bi Rahîp Brunson ve girê didin. Welatî sedemên krîzê nizanin. Tirkiye ji ber yek kesî neketiye vê krîzê. Krîz nû ava nebûye.”
 
‘Dema nan bi 5 lîra bigirin wê lêpirsîn bikin’
 
Sakîneyê destnîşan kir ku bi sermaya xweser heta cihekî dikare bazirganî bê meşandin û ev tişt anî ziman: “Dema piştgirî ji bankayan bê girtin bi zêdebûn faîzê re hawirek bê ewle ava bûye û girtin û standina bi pereyê nakît hatiye sekinandin. Gel hîna ne di ferqa krîzêde ye. Lê dema ku nan bi 3-5 lîrayî girtin wê hemû teqez krîzê lêpirsîn bikin.Em bazirgan jixwe vê hîs dikin.”
 
‘Wê ewil jin ji kar bên derxistin’
 
Sakîneyê daxuyakirin ku wê krîza aborî herî zêde bandorê li ser jinan bike û wiha pê de çû: “Nîvê civakê jin in. Lê jin di Îstîhdamê de ne li cihê ku divê lêbûna ne. Dema mesayiya mêran diqede, êvarê diçin malê û bi xizmên xwe re demê derbas dikin. Lê jin dema ji kar diçin malê li mal li zarokan dinêrin. Cilan dişon, utoyê dikin. Mêvanan dihewînin. Yanî 24 saetan peywira wan heye. Dema krîzê jî yên ewil ji kar derdikevin jin in. Ligel vê wê bi krîzê re şîdeta di nav malbatê de jî zêde bibe. Mêrên li cihên kar bi patronan nikarin wê li malê hêrsa xwe bi serê jinan ve bikin der.
 
Dewlet li şûna sanayîvanên mezin divê pirsgirêkên esnafan guhdarî bikin. Ji xwe pergalek rûniştî ya sanayîvanan heye. Lê ya bazirganan tune ye.”
 
Sakîneyê di dawiya axaftina xwe de got ew ji ber ku wezîra bazirganiyê jin e pir kêfxweş e û got: “Em wek jin dikarin ji heqê xwe bê der. Divê em piştgiriyê bidin jinên hewldêr. Divê em wek jinên hewldêr hêza xwe bikin yek. Li her derê jin hebe aborî jî xurt dibe.”