'Sedemên krîza Rojhilata Navîn şer û zordestiya dewletan e'

  • 09:01 22 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û Îranê krîza aborî zêde dibe. Li Îranê dovîz û li Tirkiyeyê jî Dolar bilind dibe. Jina bi navê Pervinde Huseyin a ku bi bazirganiya sînorî debara xwe dike, diyar kir ku sedemên krîza Rojhilata Navîn şer  û zordestiya dewletan e. 
 
Li gel Tirkiyeyê li Îranê jî krîza aborî her roj zêde dibe û ji aliyê rejîmê ve bi tu awayî gavê girîng nayên avêtin. Di sala 2018'an de dovîz bilindtir bû û  pereyê Îranê  her roj qîmeta xwe wenda dike. Jina bi navê Pervinde  Huseyîn a ku di sînorê Esenderê a Geverê de bi kiras û fîstanên ji Îranê tîne pê  bazirganiyê dike, diyar kir ku  li Rojhilatê Kurdistanê krîza aborî  zêde dibe û got ku Tirkiye û Îran ji ber politikayên şaş niha ber bi îflasbûnê ve diçin. 
 
'Di sînor de leşker berhemên me desteser dikin' 
 
Pervinde di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bazirganiya sinorî û got ku di sînor de leşker ji wan re zehmetiyê derdixine û wiha axivî:" Ez li bajarê Urmiyeyê yê İranê dijîm. Bi salane  kiras û fîstanên ku bi destên xwe  çê dikim, tînim li Tirkiyeyê difiroşim. Bi bazirganiyê ez debara xwe dikim. Ez berhemên xwe zêdetir li Geverê difiroşim . Ev çend sale li Îranê krîzeke mezin heye. Her roj pereyê wê bêqîmetir dibe. Ez her hefte 2 caran kiras û fîstanan tînim li vir difiroşim. Di her hatina xwe de ez 20 perçeyên kiras û fîstanan tînim. Di sînor de ez zehmetiyên mezin dikşînim. Leşker ji me re pir zehmetiyê derdixînin. Pirî caran berhemên ku em tînîn desteser dikin. Pêkutiyên ku em li Îranê dibînin, li Tirkiyeyê jî heman tiştan em dibînin. Ez 7 sale bi bazirganiya sînorî debara xwe dikim. Li Îranê rejim hem destûr nade ku jin bixebitin hem jî qimeta pereyê Îranê  nema ye. Li Tirkiyeyê jî heman tişt heye. Her roj zem li tiştekî tê kirin. Bi salane li Îranê krîza aborî heye. Rejîm destûr nade ku gel bixebite. Em tên ku li Tirkiyeyê bazirganiyê bikin, em li vir jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.. "
 
'Ger ku niha li Rojhilata Navîn krîzek aborî hebe, sedemên vê yekê di şeran de israrkirine'
 
Pervinde anî ziman ku Tirkiye û Îran ji ber politikayên heyî di aboriyê de pêşketinekê bi dest naxin û wiha domand:" Li Îranê xebata jinan wekî şerim tê dîtin. Di qada aboriyê de mafê jinan bi tu awayî tune ye. Bi rastî bi bazirganiyê mirov politikayê aborî jî baştir dibîne. Ger ku niha li Rojhilata Navîn krîzeke aborî hebe, sedemên vê yekê di şeran de israrkirine. Politikayên rejîmê krîza aborî berfireh dike. Xizmeta ji şer, Rojhilata Navîn ber bi îflasbûyinek kûr ve dibe. Li Tirkiyeyê Dolar zêde dibe, gelên Tirkiyeyê êdî nikarin danûstandinê bikin.Li Îranê jî dovîz bilind dibe.  Ji ber çi ?  Ji ber ku xizmet ji şer tê kirin. Ez di nav herdu dewletan de bazirganiyê dikim, lê ez nikarim bikim. Ji me re pirsgirêkan derdixînin. Divê dev ji politikayên şaş berdin. Ger ku ev krîza aborî neyê çareserkirin Rojhilata Navîn dê bi aloziyek mezin re rû bi rû bimîne. Ji berjewendiyên şer zêdetir divê, berjewendiyên ji bo gel bên esasgirtin. Niha girtina deriyên sînor tînin rojevê ev yek çareserî nîne. Bi girtina deriyên sinorên Suriyeyê û yan jî sînorên welatên din pirsgirêk dê kûrtir bibin."