'Divê polîtîkayên ku aştiyê esas digire bên şopandin'

  • 09:42 21 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya DTSO û karsaz Nevîn Îl krîza aborî ya tê jiyîn nirxand û wiha bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê û got: “Divê ji derve û hundir ve polîtîkayên aştiyê bê şopandin. Mexdûrên ewil ên krîzê jî jin in.”
 
Bi Krîza Rahîp Andrew Brunson a di navbera Tirkiye û DYA’yê de hat destpêkirin, ketina TL ya li hemberî Dolar didome. Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û karsaz Nevîn Îl krîza aborî ya tê jiyîn nirxand û destnîşan kir ku di asta polîtîkayên aborî de divê nexşerê ya stratejîk bê diyarkirin. Nevînê her wiha bal kişand ser pirsgirêkên heyî û got divê ewil Tirkiye pirsgirêkên xwe bigire dest û xeta polîtîk bihone û polîtîkaya aştiyê ya ji derve û hundir esas bigire.
 
‘Em her tiştî ji derve digirin’
 
Nevînê daxuyakirin ku di pêvajoyên ku krîza aborî tê jiyîn de divê sanayî xurt bin û wiha pê de çû: “Em madeyên esas ji derve dikirin. Polîtîkayên xwe dispêre hilberînê girîng in. Divê girîngî ji bo van polîtîkayan bê dayîn û polîtîkayên taybet pêk bên.”
 
Nevînê bi lêv kir ku Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan gotinên Erdogan ên ku sanayîvan hedef digirt yên wekî ‘Ez bang li sanayîvanên me dikim. Êrîşî bankayan nekin û ji wir dovîzan negirin. Nebêjin em têk çûne em karê xwe saxlem bikin. Hûn bikin hûn ê şaş bikin. Ji bo ev netew li ser piyan bimîne, tenê peywir nakeve ser milê me. Peywira bazirgane jî ya sanayîvane jî’ bibîr xist û got ji bo sanayî mezin bibe polîtîkaya ku teşwîq dike tune ye û got: “Divê sanayîvan neyên sûcdarkirin. Divê hedef neyên nîşandan. Divê berovajî vê polîtîka bikevin dewrê.”
 
Nevînê di dawiya axaftina xwe de hişyar kir ku wê mexdûrên ewil ên krîzê jin û ciwan bin û got wê fatureya krîzê jî ewil li jinan bê birîn.