Jin li dijî teknolojiyê destarên xwe digerînin

  • 09:37 21 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jin kevneşopiya hêrandina genim a bi hezaran salî berê tevî pêşketina teknolojiyê berdewam dikin. Jinên ligel kilaman destaran digerînin, amadekariya zivistanê dikin.
 
Li herêmên ku genim tê çandin, di encama kedek mezin de wek ard, girar û gelek xurekên din tên ser sifreyên me. Jinên ku di hilberîna genim de herî zêde kedê didin, bi piştevaniya hev genimê xwe destar dikin. Li Atemît a Wanê li taxa Kurubaş jinan diyar kirin ku axa herêmê gelek dewlemend e û îsal jî ji ber barandina baranê bereket gelek zêde ye.
 
Ligel stranan hilberîna komunal
 
Jin li dijî teknolojiyê kevneşopiya xwe ya bi hezaran salan berdewam dikin û ligel hêrandina genim a bi destar stranên xwe jî dibêjin. Jinek bi kulma xwe genim diavêje nav her du kevirên destar û yek jî destar digerîne. Piştre jî dengê jinan tevlî dengê destar dibe.
 
Jina bi navê Meryem Kumlî diyar kir ku ew ji ber kevneşopiya xwe didomînin gelek kêfxweş in û wiha got: “Berê me hêrana genim di saetên êvarê de dikir. Ji ber karê gund ji bo jinan pir zehmet bû. Em heta êvarê li ser erdan bûn. Me li zarokan mêze kir. Me li pez dinihêrt. Êvarî jî me destar dikir.”
 
Meryemê da zanîn ku tevî teknolojiya pêşketî ew ji kevneşopiya xwe nebûne û got vî genimê xwe di gelek xwarinan de bi kar tînin.