Kovara civak û hekîm: Tiştên ku zarokên penaber dijîn hatin nivîsîn

  • 12:43 20 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN -  Kovara civak û Hekîm a TTB’ê derxistiye zarokên penaber yên Sûriyeyê ya di bin navê ‘koçberiyê’ de kir mijar û hat diyar kirin yekane qada îstîhdamê a zarkan sanayiya tekstîlê ye û zarok rojê 12 saetan û bi pereyekî 300-400 lîrayî dixebitin.
 
Yekitiya Tabîbê Tirk (TTB) hejmara kovara xwe ya Hekîm û Civak vê mehê bi sernavê ‘Koç’ derxist. Di kovarê de şert û mercên zehmet yên zarokên Sûriyeyê têde dijîn cih girtin. Li gorî nûçeya Bîrgunê  kovar di bin edîtoriya Prof. Dr. Ferîde Aksu Tanik û Doç. Dr. Asli Davas hat derxistin.
 
Di vê hejmarê de xebatên bernameya perwerdê ya bi navê ‘Dibistana koçberiyê’ ya li Îzmîrê ku pisporên bi kHK’ê ji zanîngehên Ege, Ondokuz Mayis, Gîresunê meşandine cih digire û bi taybet l ise zarokan xebatên hatine kirin balê dikşînin.
 
 Di xebata dosyayê de tê gotin zarok ji temenê 10-11 salî şûnde dest bi xebatê dikin û bi taybet jî bi malbatên xwe re di çandiniyê de dixebitin.
 
Di nivîsa Melda Yaman de ev gotin cih digirin: “ Bi dehezaran zarokên Suriyeyê di serî de di atolyeyên tekstîlê de di sanayiyê de dixebitin. Piranî karê berdestan dikin. nêzî 12 saetan dixebitin. Rojên şemiyan heta nîvro dixebitin.  Meha wan jî tê 300-400 TL yî. Yên hinek tecrubeya wan heye jî 750-800 TL digirin.”
 
Melda di nivîsa xwe de diyar dike ku di nav karkerên çandiniyê de zarokên karker pir zêde ne û iranî ji zarokan pêk tên.
 
Cansu Akbaş Demîrel jî der barê pisgirêkên di perwerdehiya zarokan de xebat meşand û got zarokên ji Sûriyeyê hatine ji mafên perwerdê bêpar dimînin.
canım bu iki haberi atabilirsin