Krîzê li kolanê xist: Welatî destvala vedigerin malê

  • 09:21 20 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Krîza aborî her diçe bi bandortir dibe û beriya cejnê welatiyên çûn Hala Ulusê bi gazincin. Yasemîn Mutlu ya li Suluhanê esnaf e diyar kir ku Ulusa ku di alî aborî de li gorî hatiniya  welatiyan bû ku hinekî erzan bû êdî kes nikare li vir jî tiştekî bikire.
 
Piştî lîrayê Tirk li hember Dolar û Euro nirxa xwe winda kir krîza aborî li kolanê jî xist. Esnaf û welatiyên li Hala Ulusê jî li hember zemê bi bertekin.
 
‘Her tişt biha ye’
 
Jina bi navê Fadîme Yavuz ya li bazarê dan û stanê dike wiha got: “Tevî ku niha piçekî dolar ketiye jî biha neguherîne. Ez teqawîtim beriya cejnê nikarim tiştekî bikirim. Berê em dihatin bazarê me her tişt dikirî. Lê niha em nikarin bikirin.”
 
Aygul Kavak jî ku derketiye dan û stana cejnê wiha got: “Em mirin. Em nikarin tiştekî bikirin. Berê me bi 20-25 lîrayî pir tişt dikirî. Niha em 100 lîra didin em nikarin tiştekî bikirin. Poşetên me valane. Min ji bo cejnê tiştek nekirî.”
 
Aygulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi gelê xizan re pere tune û hêza kirînê bi kesî re nemaye û êdî li mutbexê nikarin tiştekî çêbikin. 
 
‘Biha gelek zêde ne’
 
Yasemîn Mutlu ya li Ulus Suluhanê ev 7 sale esnafiyê dike bertek nîşanê bihabûna berhemên pêdiviya gel bi wan heye da û wiha got: “Zêdebûna dolar raste rast bandor li ser me kir. Ji ber vê em nikarin tiştekî bikin. Li gorî bihayên sala borî ji sedî sed her tişt zem bûye. Lê tiştekî em bikin tune. Em êdî nikarin kirê ya dukanê jî bidin. Li gorî demê berê her tişt sekiniye û kes nikare tiştekî bikire.”