Jinên Mêrdînê: Em vê cejnê ji ber buhabûnê nikarin kîloyek şekir jî bistînin

  • 10:18 19 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN  - Ji ber bûhabûna dolar gel nikare ji bo cejnê şirînahî û şekir bistîne. Jinên Mêrdînê dan zanîn ku her tişt gelek bûha bûye û anîn ziman ku ew ji bo cejnê nikarin kîloyek şekir jî bistînin û bibin mala xwe. 
 
Piştî rewşa awarte (OHAL) hat îlankirin li Tirkiyeyê pêvajo gelek hat gûherîn. Bi OHAL’ê re ji aliyekî ve gellek kedkar ji kar hatin derxistin û şer zêde bû. Piştî ku OHAL hat fermîkirin û şûnde jî vê carê krîza aborî dest pê kir. Niha jî lîreyê tirk li hember dowîzê roj bi roj erzan dibe û ev rewş jî bandorê li ser gel dike. Ji ber bûhayê dolar bazar û dikan hemû neyînî bi bandor bûne.  Ji aliyekî ve jî Cejna Qurbanê nêz dibe û pêdiviyên cejnê yên wekî şekir û şirnahiyê jî cihê xwe li ser dezgehan û di refên marketan de girtine. Ji ber bûhabûna dolar gelê pêdiviyên xwe yên cejnê nikare pêşwazî bike. Ji ber bûha bûhabûna berheman  bazar ne wek berê qerebalix e.  Herwiha esnaf jî bi bertekin û dibêjin ku ew wekî berê nikarin firotanê bikin.  Jinên Mêrdînê yên ku ji bo Cejna Qurbanê amadekariyan dikin  anîn ziman ku ji ber dolar bûha bûye ew nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo cejnê pêşwazî bikin û gotin ku ew nikarin ji bo cejnê kîloyek şekir jî bistînin. 
 
‘Erdogan dibêje ku çikarê Xaltîka Eyşe bi dowîzê re heye?’
 
Em di ber bazar û dikanan re derbas dibin û dibînin ku şekir û şirînahî çiqasî bûha bûye. Li kêlaka me jina bi navê Elîf Ok ji ber bûhayê şekirê cejnê bi gazinc e û dibêje ku di vê cejnê de ew nikarin şekir bistînin. Me berê xwe da Elîf û jê pirsî cejn nêzîk bû û wê amadekariya xwe kiriye an na. Wê ji me re wiha bersiv da: “ Erdogan dibêje ku çikarê Xaltîka Eyşe bi dowîzê  heye. Xaltîka Eyşe nikare qoşt, şekir, şîrînayî û kincan ji zarokên xwe re bistîne. Ji ber  vê krîza dowîz ku bandorê li sr aboriyê dike karê wê bi Xalîtîka Eşê jî heye  Erdogan bi van gotinan hem nasnameya jinê û hem jî  nasnameya welatibûna wê biçûk dibîne. Em vê qebûl nakirin.  Ji ber krîza ku Erdogan ava kiriye me amadekariya cejnê nekiriye. Ji ber ku hertişt gellek bûha bûye.”
 
‘Ger ku pereyê min tune be ez ê ji ku bînim’
 
Em di nav bazarê de digerin û dibînin ku jineke bi esnafekî re bazarê dike û gazincan dike û me berê xwe da wê derê. Me di serî de bûyer temaşe kir ku  ji bo em fem bikin. Piştre me fam  kir ku jinik ji şekir bûha bûye û nikare bistîne gazincan dike. Em nêzî wê bûn û wiha got ji me re: “Ev ê cejnê nikarin kîloyek şekir jî ji zarokên xwe re bistînin. Ji ber ku şekir û şîrînahî gellek bûha bûye û rewşa me ya aborî destûrê nade. Ev rewş bi taybetî jî bandorê li kesên xizan dike. Kesên ku dewlemend in ji vê rewşê zêde bi bandor nabin. Krîzê ocaxa me kor kir. Ger rewşa Tirkiyeyê wiha berdewam bike wê welat tê biçe. Rewşa me ya aborî ne baş e.  Lê belê tim bûhayê berheman roj bi roj zêde dibe. Ger ku aboriya min destûrê nede   ez ê ji ku bînim. Dema em dixwazin ji bo xwe tiştekî bistînin em bi hezar zahmetiyan re rûbirû dimînin, ji ber ku pereyê me têrê nake û her titş bûha bûye.”