Ji hilberîneran bo rayedaran Formula çareseriyê

  • 09:44 19 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Welatiyên berhemên ji  bîstan û erdên xwe hildiberînin û li ser riyan difroşin diyar kirin ku yek ji sedema krîza aborî ya herî mezin ev e ku piştgirî ji bo hilberîna herêmî nayê dayîn. 
 
Welatiyên li ser riya Erdîşê ya Wanê berhemên ji bîstanên xwe tînin û difroşin, krîza aborî ya di rojevê de ye nirxandin. Welatî sebzeyên ji bîstanên xwe tînin yên wekê firingî, xiyar, petix, zebeş, îsot, fasule û gelekên din tînin difroşin û welatiyên dikirin jî gelek kêfxweş in. Hem bikarhêner û hem jî hilberîner ji buhayan kêfxweşin û li gorî market û manavan biha baştirin.
 
Her wiha welatiyan balkişandin ser krîza aborî ya her diçe kûr dibe û gotin yek ji sedemên herî mezin a krîza aborî ev e ku ji bo hilberînên herêmî piştgirî nayê dayîn û teşwîq nayê kirin.