‘Têkoşînek bi rêxistin divê bê dayîn’

  • 09:42 19 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Sekretera aboriyê ya KESK’ê Elîf Çuhadar diyar kir ku wê di rojên bê de krîz kurtir bibe û wiha got: “Divê em têkoşînê ne bi tena serê xwe em bi rêxistinî bidin. Ya esas ji sedî 99 e. Ji ber vê divê em têkoşînek mezin bidin û ji bin vê pêvajoyê rabin.”
 
Sekretera Aboriyê ya KESK’ê û endama Lijneya Rêveber a Navendî (LRN) Elîf Çuhadar balkişand ser krîza aborî û diyar kir ku aloziya di navbera destilatdarî û DYAY’ê de bûye sedema zêdebûna dolar û wiha got: “Tirkiye xwedî bingehek aborî ya şikestî ye. Enflasyon her diçe zêde dibe. Hemû berhemên tên girêdayê dolar tên hawêrdekirin. Welat êdî nikare hilberîne. Gelek berhemên çandiniyê ji derve tên. Dema mirov van li ber çavan bigirin krîz nikare bê payîn.
 
‘Wê barê karkeran giran be’
 
Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ligel Tirkiyeyê li cîhanê jî krîzek kapîtalîst a cidî tê jiyîn û li ser Çîn-Amerîkayê şerê bazirganî tê jiyîn û got: “Em di pêvajoyeke ku nakokiyên di navbera welatên emperyalîst de kûr dibe de dijîn. Krîza aborî wê herî zêde bandorê li ser karker û kedkaran bike. Em nabêjin sermaye wê ji krîzê bi bandor nebe. Bêguman wê ew jî ji krîzê bi bandor dibe. Lê bêguman wê dîsa fatureya vê karker bidin.”
 
Elîfê destnîşan kir ku wê di demek nêz de desthilatdarî û şîrket bi awayekî lez deynkirinê bînin rojevê û balkişand ser gotinên serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan yên wekê ‘Em ê neçin ber deriyê IMF’ê û got berovajî vê wê ‘IMF yek bê IMF’ wek çareserî ji ser dayîna krediyên ji bankayan wê xwe bi emperyalîstên sermayayê ve girê bide.
 
Elîfê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Mînak prîmên SGK’ê yên kedkaran girêdayê yek kesî ne. Dema bixwaze dikare biryarê bide û bi rêve bibe. Hemû banka bi Berat Albayrak yani bi Erdogan ve hat girêdan. Hemû saziyên fînansî bi wî ve hatine girêdan. Yên herî zêde ji krîzê bi bandor bin dîsa jin in. Jin wê betal bimînin. Wê ewil jin ji kar bên avêtin. Fatureya krîzê wê dîsa li jinan bê birîn.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora krîza aborî ya her diçe giran dibe û got wê wek kedkar fatureya krîzê ew nedin. Her wiha Elîfê di dawiy axaftina xwe de balkişand ser girîngiya têkoşîna bi rêxistinkirî û got: “Divê em têkoşînê ne bi tena serê xwe em bi rêxistinî têbikoşin. Ya esas ji sedî 99 e Ji ber vê divê em têkoşînek cidî bidin û ji bin vê pêvajoyê rabin.