Gul Kaval: Ev ne tişteke krîza esas di rê de ye

  • 09:36 15 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
AMED- Muşavîra aboriyê Gul Kaval  zêdebûna dolar nirxand û got: “Tirkiye li benda krîzên giran e. Hîna ev ne tişteke krîza esas di rê de ye.”
 
Di navbera Tirkiye û DYA’yê de girtina Rahîp Andrew Brunson û biryarên aborî yên rêveberiya Washîngtonê girtine, di rojevê de cihê xwe girtine û windakirina TL ya li hember Dolar jî didome. Muşavîra aborî Gul Kaval  der barê krîza aborî ya tê jiyîn de wiha got: “Ev hîna ne tişteke. Tirkiye li benda krîzên mezin e.”
 
‘Pirsgirêk tenê bi DYA’yê  re nikare bê nirxandin’
 
Gul diyar kir ku divê zêdebûna Dolar bi DYA û bûyerên Rahîp Brunson ten neyê girêdan û wiha got: “Mirov zêdebûna dolar û pisgirêkên aborî nikarin tenê bi DYA’yê ve girêbide. Ev şaş e. Ne rast e divê  mirov bi pisgirêkên derve yên Tirkiyeyê ku her diçe xerab dibe girê bide.”
 
‘Encamên krîzê wê giran bin’
 
Gul di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka aborî û got  ev di heman demê de krîza deyn e û ev tişt anî ziman: “Em li welatekî ku ji goşt bigirin heta nokan, ji bilxur bigirin heta birincê ku bi dovîzê tê îthalkirin dijîn. Bi krîzê re wê gelek kargeh bên girtin. Wê gelek karker ji kar bên derxistin. Gelê ku ji xwe xizane wê xizantir bibe. Di van şertan de wê deyn nikaribe bê dayîn.  Ev rewş hemû wê rê li ber nexweşiyên pîşeyî, întîxaran vebike. Encamên krîzê wê giran bin.”