'Jin û xweza hevdu temam dikin'

  • 09:07 22 Tîrmeh 2018
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Li Bajarê Til Temirê ji bo jin çanda  çandiniyê  bidomîne li ber deriyê her malekê baxçeyên cûr be cûr hatiye çandin. Jin di nav baxçeyên xwe de zebzeyan  diçînin û jê sûdê werdigirin.
 
Parastina dîroka jina afrîner, çand  û mîrasa wê heta roja îro didome. Li Til Temirê jin bi xwezayê re dibin yek, karê çandiyê dikin û peywira parastina çandê hildigire ser milên xwe. Her wiha jinên gundewarên Til Temirê ajalan xwedî dikin, alavên kevnar diparêzin û bi hêza dîroka jina afrîner li ser piyên xwe disekinin.
 
Jina bi navê Besiya Taha diyar kir ku ew ji xwezayê û ji karê çandiniyê gelek hez dike û wiha got:"Ez di nav xwezayê de hem ajalan xwedî dikim hem jî li baxçeyê xwe çandiniyê dikim. Di heman demê de alavên kevnar ên dîrokî jî diparêzim. Îsot, bacan, bamiya, diçînim û di heman demê de ne bi horman in."
 
'Jin û xweza hevdu temam dikin'
 
Besiyayê da zanîn ku tiştên ku bi destên mirovan tên afirandin xweştir in û wiha domand:"Jin û xweza hevdu temam dikin. Dema ku jin li xwezayê xwedî derdikeve xweza berhemên xweş dide. Çimkî jin û xweza yek rih in. Jin xwedî li her tiştî derdikeve û wateyek cuda li jiyanê bar dike."
 
'Jin bi keda xwe li ser piyên xwe disekinin'
 
Besiyayê bi lêv kir ku jin bi keda xwe li ser piyên xwe disekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Jin bi bedewbûna xwe jiyanê dixemilîne û bi keda destên xwe jî berhemên cuda diafirîne."