'Jin û xweza hevdu temam dikin' 2018-07-22 09:07:18   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Li Bajarê Til Temirê ji bo jin çanda  çandiniyê  bidomîne li ber deriyê her malekê baxçeyên cûr be cûr hatiye çandin. Jin di nav baxçeyên xwe de zebzeyan  diçînin û jê sûdê werdigirin.   Parastina dîroka jina afrîner, çand  û mîrasa wê heta roja îro didome. Li Til Temirê jin bi xwezayê re dibin yek, karê çandiyê dikin û peywira parastina çandê hildigire ser milên xwe. Her wiha jinên gundewarên Til Temirê ajalan xwedî dikin, alavên kevnar diparêzin û bi hêza dîroka jina afrîner li ser piyên xwe disekinin.   Jina bi navê Besiya Taha diyar kir ku ew ji xwezayê û ji karê çandiniyê gelek hez dike û wiha got:"Ez di nav xwezayê de hem ajalan xwedî dikim hem jî li baxçeyê xwe çandiniyê dikim. Di heman demê de alavên kevnar ên dîrokî jî diparêzim. Îsot, bacan, bamiya, diçînim û di heman demê de ne bi horman in."   'Jin û xweza hevdu temam dikin'   Besiyayê da zanîn ku tiştên ku bi destên mirovan tên afirandin xweştir in û wiha domand:"Jin û xweza hevdu temam dikin. Dema ku jin li xwezayê xwedî derdikeve xweza berhemên xweş dide. Çimkî jin û xweza yek rih in. Jin xwedî li her tiştî derdikeve û wateyek cuda li jiyanê bar dike."   'Jin bi keda xwe li ser piyên xwe disekinin'   Besiyayê bi lêv kir ku jin bi keda xwe li ser piyên xwe disekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Jin bi bedewbûna xwe jiyanê dixemilîne û bi keda destên xwe jî berhemên cuda diafirîne."