Li Sêwasê 4 jê zarok 17 kes birîndar bûn

  • 15:00 7 Tîrmeh 2018
  • Ked/Aborî
SÊWAS - Li Sêwasê wesayeta cotkaran qulipî û 4 jê zarok 17 kes birîndar bûn. 
 
Li bajarokê Sizirê ya Gemereka Sêwasê  wesayeta cotkaran qulipî û 4 jê zarok 17 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gemerekê. 
 
Onder Yusuf (16) û Mustafa Bulduk (16) ji ber ku rewşa wan girane ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Cumhuriyetê.