Li Sêwasê 4 jê zarok 17 kes birîndar bûn 2018-07-07 15:00:56   SÊWAS - Li Sêwasê wesayeta cotkaran qulipî û 4 jê zarok 17 kes birîndar bûn.    Li bajarokê Sizirê ya Gemereka Sêwasê  wesayeta cotkaran qulipî û 4 jê zarok 17 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gemerekê.    Onder Yusuf (16) û Mustafa Bulduk (16) ji ber ku rewşa wan girane ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Cumhuriyetê.