‘Qeyûm berhema polîtîkaya dagirkirinê ne’

  • 09:05 31 Adar 2018
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Hevseroka Sendîkaya Kar a Giştî ya DÎSK' ya Mêrdînê Berîvan Doken rewşa 129 karkerên şaredariyê yên li Mêrdînê ku bi pirsa ‘Kê Efrîn girt?’ ji derveyê kadroyê  hatin hiştin, nirxand û wiha got: “Tayînkirina qeyûman ji roja ewil heta niha parçeyek polîtîkaya dagirkirinê bû. Piştevanî û têkoşîna me ya bi karkeran re wê bidome.”
 
Qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûn hedefa wan a ewil girtina saziyên jinan û piştre jî derxistina xebatkaran a ji kar bû. Yek ji van bajarên qeyûm lê hat dayînkirin Mêrdîn bû û bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin avêtin. Li Mêrdîna ku hemû şaredariyên wê qeyûm lê hat tayînkirin di hefteya dawî de 192 kes derveyî kadroyê hatin hiştin. Hat hînbûn ku ji karkeran pirsa ‘Kê Efrîn girtiye?’ hatiye pirsîn û xebatkarên ezmûn derbas nekirine jî heta 3’ê Nîsanê dem ji bo wan hatiye dayîn.
 
‘Me dest ji xwe kar berda’
 
Hevseroka Giştî ya Sendîkaya DÎSK’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Doken diyar kir ku tayînakirina qeyûman ji roja ewil de parçeyek polîtîkaya dagirkirinê bû û wiha pê de çû: "Ez beriya derbasî sendîkayê bibim di şaredariyê de dixebitîm.  Me didît çi pêk dihat. Me dizanibû qeyûm bi çi armancê hatine. Çawa qeyûm hatin ji xwe me dest ji kar berda. Piştî tayînkirina qayiman gotin werin ‘em dest karkeran nadin’. Lê em encamên wê niha baş dibînin. Em mafdarbûn ku em ji kar derketin."
 
Bêrîvanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di hefteya dawî de ji şaredariya Nisêbînê 12, ji ya Qoserê 71 ji ya Mêrdînê jî 109 kaker bi hinceta ezmûnê ji kadroyê hatine derxistin û tevî ku lêpirisîna ewlehiyê derbas kirine jî bi pirsên weke ‘Efrîn’ û ‘Al’  ji kar hatine avêtin. Bêrîvanê ev tişt anî ziman: “Piştî tayînkirina qeyûman bi hezaran karker ji kar hatin avêtin. Dixwazin mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Dixwazin rûmeta karkeran bişkê. Lê di tu pirtûka dîrokê de nehatiye dîtin ku karker serî tewandiye. Em ê heta dawî mafên xwe biparêzin.”
 
‘Xebatkarên jin neman’
 
Bêrîvanê balkişand ser êrîşên li hemberî xebatkarên jin jî û got destkeftiyên jinan roj bi roj ji aliyê qeyûman ve hatine tunekirin û got ev berhema zîhniyeta serdest a mêr e. Bêrîvanê her wiha da zanîn ku piştî qeyûman hema hema xebatkarên jin nemane û got wê têkoşîna wan bidome.