Gencey Devecî:Ez vê neheqiyê qebûl nakim

  • 09:16 26 Adar 2018
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Gencay Devecî ya ji ber ducaniyê li nexweşxaneya taybet a dixebitî ji kar hat avêtin wiha got: "Li dijî mêtîngeriya kedê û neheqiyê em ê bi jinan re têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Gencay Devecî û Raziye Sevgîlî ên li navçeya Çukurova ya Edeneyê li Nexweşxaneya Welîdîna Jinan a Taybet a Gulzelyali dixebitîn, bi hinceta ducanî ne ji kar hatibûn derxistin.  Gencay a wek sekretera Tibbî dixebitî  diyar kir ku ew roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji kar hatine derxistin û wiha got: “Tişta herî zêde ez pê xemgîn bûm ev bû.  Ji ber zîhniyeta mêr ez ji karê xwe bûm. Wê rojê ez li malê runiştim û bi saetan giriyam.”
 
‘Emê biryarên xwe bidin, ne hun’
 
Gencay di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek wê bi sedan jin ji ber van pêkanînan mexdur bûne û ev tişt anî ziman: “9 sal berê jî dîsa ji ber ducaniyê ez ji nexweşxaneyê hatibûm derxistin. Wê demê min dengê xwe nekir lê niha dibêjim bes e. Em jin li gorî kesan zarokan çênakin. Ji bo ku em zikê xwe têr bikin em destûrê nadin ku bişev û rojê keda me bê çewisandin. Em jin e mê  bi îradeya xwe her tiştî bikin. Bi ryarên xwe em ê bidin ne hûn.”
 
‘Mudaxaleyek şaş e’
 
Gencayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev mudaxale ne li min tenê li hemû jinan hatiye kirin. Piştî tiştên hatin serê min hatin bihistin bi sedan jinan peyam ji min re şandin, li min geriyan û gotin 'em li cem te ne'. Sektora taybet mafên me ji destê me digire. Em êdî ne tenê ne. Em jin heta mafên xwe negirin em ê şûnde gavê navêjin.
 
‘Em dawî li karê te tînin’
 
Gencay bi lêv kir ku di demên dawî de bi saetên xebatê re keda wê hatiye binpêkirin û got: “Di 28’ê tebaxê de min dest bi kar kir. Dema nû min dest pê kir ez rêya nobetê rojê 24 saetan xebitîm. Gotin em beriya cejnê nikarin sîgorteyê bidin destpêkirin.  Beriya 21’ê îlonê dane destpêkirin. Ji xwe em bi zehmetî kar dibînin. Min gelek ji karê xwe hez dikir. Di dawiya Sibatê de ez hîn bûm ku ez 4 mehî ducanî me. Piştî wê bi peyamekê ez  hîn bûm ku sîgorteya min dane sekinandin. Di hevdîtinê de gotin ‘Em ber bi biçûkbûnê ve diçin û dawî li karê te tînin’. Li ser vê ez ji kar derxistim. Rojek beriya min jî hevala min Raziye Sevgîlî ji ber ducanîbû ji kar hatibû derxistin.”
 
‘Ger hun zarokan çêdikin hun çima dixebitin’
 
Gencay diyar kir ku  ji bo mûçeyê betaliyê bigire çû ÎŞKUR’ê, lê hîn bûye ku nexweşxanê ji ÎŞKUR’ê re gotiye îstîfa kiriye û got: “Li ser îtîraza min rewş hat sererastkirin. Ger ez bêdeng bimanama wê min mûçe jî negirtiba. Ji wê rojê heta niha ji ber stresê ez pisgirêkên tenduristiyê dijîm. Rêveberê nexweşxaneyê got ‘te bi ducaniyê darbeya mezin li me xist, tu kesek di acîlê de dixebitî, tu çawa ducanî dimînî.’ Lê ez pêşiya vê neheqiyê bernadim. Dixwazin jinan bi vî awayî hepsî malê bikin. Ez ê li mafê xwe bigerim. Bang li hemû jinan dikim ku bi hev re têbikoşin.”
 
Li aliyê din jî Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî der barê mijarê de pêşnûmepirs da Serokatiya TBMM’ê.