Jinên Mala Gel pirsgirêkên aborî bi hev re çareser dike

  • 09:07 23 Adar 2018
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên Endamên Mala Gel a Edeneyê, ji bo kirê bidin, patîle û nanê sêlê çê dikin, difroşin û girîngiya piştevaniyê carek din nîşan didin.
 
Jinên endamên Mala Gel li Çukurova ya Edeneyê li taxa Beyaz Evler, cihek kirê kirin û tê de patîle û nanê sêlê çê dikin û difroşin. Jinan balkişand ser girîngiya piştevaniya jinan û got bi vî awayî gelek pirsgirêkên jinan jî çareser dikin.
 
‘Em pirsgirêkên xwe yên aborî jî çareser dikin’
 
Meziyet Aytaç bi lêv kir ku hem hatina cem hev û hem jî bi ruhê piştvaniyê pisgirêkên xwe çareser dikin û ev wan kêfxweş dike û got: “Ji bo lêçûnên xwe derbixim çareseriyan pêş dixînim. Ev du sal in em bi sîparîşan dixebitin. Em ji endamên ku dixwazin piştgiriyê bidin em sîparîşan didin. Em nanê xwe ji ardê genim çê dikin. Organîk e. Tehma wê gelek xweş e. Ji ber vê pir daxwaz dikin. Bûhayên me jî pir baş in û em pêşniyarê her kesî dikin.”
 
‘Jinên endam şansê rêxistibûnê jî dibînin’
 
Bîlgun Şahîn balkişand hatina cem hev a jinan û wiha pê de çû: “Bi jinan re hatina cem hev min gelek kêfxweş dike. Ya herî girîng jî jinên endam li vir birêxistin dibin.  Li aliyekî nan lê dixin, li aliyekî jî em planên xwe dikin. Me pir tişt hînî hev kirin. Jin bi piştevaniyê pirsgirêkên xwe çareser dikin.”
 
‘Ez têm cem jinan’
 
Meryem Gurgez jî ku ji bo piştgiriyê hatiye cem jinan nêrînên xwe wiha rave kir: “Ez jî ji bo piştgiriya hevalên xwe hatime vir. Ez pir kêfxweş im. Em gelek pirsgirêkan bi hev re çareser dikin. Li şûna em li malê rûnin em bi hevalên jin re bi hev re tiştan dikin. Ez van piştevaniyan pêşniyarî her kesî dikim.”