Jinên karkerên çandiniyê: Em di 8’ê Adarê de nikarin werin hûn bibin dengê me

  • 10:08 7 Adar 2018
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek 
 
EDENE- Jinên karkerên çandiniyê di 8’ê Adarê de neçarin bixebitin. Jinên karkerên çandiniyê ku neçarin bixebitin diyar kirin ku ew di 8’ê Adarê de neyên qadan jî wê jin bibin dengên wan. 
 
Bi sedhezaran jinên ji ber polîtîkayên şer neçar man ji ser axa xwe koç bikin, li Çukurovayê li zeviyan dixebitin. Herî zêde keda wan tê çewisandin û bê yî ku ewlehiya wan a kar hebe tên xebitandin. Ew nikarin biçin 8’ê Adarê lê peyamên xwe dişînin ji hevzayendên xwe re.
 
Jina bi navê Lutfiye Tîmur ku ji bo sebze kom bike sibehê zû diçe li zeviyê dixebite rojê herî kêm 10 saetan dixebite. Lutfiye ku rojê bi 50  TL dixebte  wiha dibêje: “Em sibehê saet di 05.00’and e tên vir. Nîvro saetek navber heye. Em nikarin bîhna xwe bigirin. Havînan germe, zivistanê jî baran û herî heye. Pereyê em digirin têrî şûştina cilên me yên bi herî nake.” 
 
‘Me dixwest em li ser axa xwe bûna’ 
 
Lutfiyeyê daxuyakirin ku ev 12 sale li zeviyan dixebite û li gorî demsalê berheman kom dikin û got 5 zarokan jî mezin dike. Lutfiyê her wiha balkişand ser 8’ê Adarê û diyar kir ku ew nikare biçe ji ber dixebite û got ew dîsa jî dibêje bijî 8’ê Adarê. 
 
‘Ez dixwazim heqê keda jinan bê dayîn’ 
 
Azîze Şahîn ya neçare 6 zarokan bide xwendin, pitika xwe ya sal û nîv li malê dihêle û tê dixebite. Azîze ku seranserê rojê hişê wê li ser pitikê  wiha  dibêje: “Pitika min pir biçûke. Min dixwaze. Lê ez neçarim bixebitim ku li wan binêrim. Kezeba min bi pitika min dişewite. Lê titşekî ez bikim tune ye.” Azîzeyê bi lêv kir ku ev 10 sale vî karî dike û got: “Me bi salan berê ji Êlihê koçî vir kir. Ji wê rojê de ez dixebitim. Min dixwest ku ez li ser axa xwe bûma. Di 8’ê Adarê de daxwaza min ev e ku jin azad bin û şîdeta li ser wan tunebe. Ez dixwazim beramberê keda xwe bigirin.” 
 
‘Em rojekê jî ji bo derdê xwe bêjin neçûn qadan’ 
 
Leyla Tîmur ya ev 30 sal e karkera çandiniyê ye û berî 20 salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest da bi tena serê xwe li 6 zarokên xwe mêze kiriye. Leylayê anî ziman ku pereyê digire têrî wê nake û got: “Wek hun dibînin em sibê heta êvarê di nav axê de ne. Wekê din şansê me tine. Gelek nexweşiyên min hene. tevî vê ez dixebitim. Em 50 TL digirîn. Ev jî têrî fatureyên av û ceyranê nake. Ji bo her tiştî zem hat lê ji bo kedkaran tune ye. Rojekê jî ji bo em rewşa xwe bêjin em neçûn qadan. Bila 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz be.”
 
 Emîne Şahîn ya 19 salî jî ji ber şert û mercan neçûye dibistanê û got: “Xeyala min mamostetî bû. Lê min di çar saliya xwe de dest ji dibistanê berda. Dayika min dixebitî û min jî li xwişk û birayên xwe mêze dikir. Ew mezin bûn ez hatime niha li zeviyan dixebitim. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ez jî dixwazim jin li dijî îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinê dengê xwe bilindtir bikin.”