‘Xebatkarên ASP’ê rastî şîdeta psîkolojîk û mobîngê tên’

  • 09:54 7 Adar 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Endama Lijneya Rêveber a SES’ê Fatma Yildiz diyar kir ku jin ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Amedê ve rastî gotinên zayendperest, şîdeta psîkolojîk û mobîngê tên. Fatmayê her wiha bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li dijî neheqiyan dakevin qadan. 
 
Jinên kedkar ên di her qada xebatê de rastî şîdetê tên, bêyî ku ewlehiya wan a kar hebe tên xebitandin, bi lêpirsîn, ji kar derxistin û heta mobîngê rastî pirsgirêkên giran tên. Kedkarên di Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî de dixebitin, piştî pêkanînên ‘veguhestin’ ketin jiyanê şûnde bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû man. Endama Lijneya Rêveberiya SES’ê Fatma Yildiz der barê pirsgirêk û mafên jinên di Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatî (ASP) dixebitin nirxandin kir.  Fatmayê bi lêv kir ku li hinek saziyên girêdayê wezareta polîtîkayên malbatî û civakî divê tenê jin bixebitin û ji ber vê jî barê giran li ser milê jinên dixebite ye û got: “Li van saziyan li ser jinan mobîngek giran heye. Li van qadan karên mezin li ser milê jinan e.” 
 
‘Şîdeta li cihê kar şîdeta psîkolojîk e’ 
 
Fatmayê destnîşan kir ku li cihên kar şîdet bi awayên cuda tên dîtin û diyar kir ku ji bo destpêkirina mobîngê gelek hincet tên îdiakirin û wiha pê de çû: “Şîdeta li cihê kar şîdeta psîkolojîk e. Mobîng, rumet, nirx û mafên xebatê yên kesan binpê dike. 
 
‘Li Amedê li dijî xebatkarên ASP’ê mobîng tê kirin’ 
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mobînga li Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Amedê pêk tê di du salên dawî de zêde bûye û ev tişt vegot: “Midûrê ne xwedî nêrîna jinê ye, saziyê nas nake, hesasiyeta xizmeta li saziyê nizane, li dijî xebatkaran jî zimanekî nayê qebûlkirin bi kar tine. Zimanê tê bikaranîn li dijî jinan tûndti tir e. Gotinên tehdîdwarî û ne ahlaqî bikar tîne. Her wiha mdiûrên saziyan yên ji van cesaretê digirin di dema nîqaşan de van gotinan bikar tînin. Emê li dijî vê têkoşîna xwe bilind bikin.” 
 
Fatmayê der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî nêrînên xwe anîn ziman û bang li jinan kir ku divê li dijî hemû neheqiyan dakevin qadan û bibin yek dil, yek deng.