Esnafên jin: Emê di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin

  • 09:59 4 Adar 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Esnafên jin ên di 8’ê Adarê de dadikevin qadan, li dijî krîza aborî û êrîşên li dijî bedena jinê wê dengê xwe bilind bikin.
 
Esnafên jin yên ji ber krîza aborî pirsgirêkên mezin dijîn, der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axivîn. Jin ne tenê li dijî aborî wê li dijî êrîşên li hemberî jinê, teşîrkirina bedena jinê û her cureyê şîdetê dakevin kolanan.
 
Yildiz Korkmaz bi salane li Wanê esnafiyê dike.  Yildiz diyar dike ku îsal di şert û mercên zehmet de 8’Ê Adarê pêşwazî dikin û got gelek esnafî dukanên xwe girtine. Yildizê ev tişt anî ziman: “Ji ber OHAL û şer mafên me her tim tên astengkirin. Em hemû jin rastî binpêkirina kedê tên.  Emê di 8’ê Adarê de li dijî  binpêkirina keda jinê dakevin qadan.”
 
Yildizê her wiha bi lêv kir ku sala borî cilên netewî dihatin dirûtin lê îsal nayên çêkirin û got sedema vê jî şer û OHAL’e û got ew di alî aborî de têkoşîna hebûnê didin.
 
‘Emê dengê xwe ji bo cîhanek nayê mêtîngerkirin bilind bikin’
 
Nurcan Babur jî daxuyakirin ku di sala dawî de pirsgirêkên mezin jiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jin li her qadê têkoşîna hebûnê didin.  Ji bo keda me bê dîtin em têdikoşin.8’ê Adarê nêz dibe û em bi kelecanin. Emê li dijî mêtîngeriya kedê dakevin qadan. Emê îsal jî li qadan dengê xwe bilind bikin.”
 
Vîldan Ozturk jî destnîşanş kir ku wek her sal wê îsal jî jin li qadan dengê xwe bilind bikin û got têkoşîna ku jin li her derê didin, hêzê didide wan.