Keda jinên Efrînê ya giranbiha

  • 13:35 20 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Ferîde Zede-Orîvan Mustefa
 
EFRÎN - Jinên Efrînê ji bo debara jiyanê her têdikoşin û pêdiviyên xwe bi keda destên xwe bi cih tînin. 
 
Jinên Efrînê di her qada jiyanê de bi keda destên xwe ya giranbiha hewl didin ku li ser lingên xwe bisekinin.  Yek ji vê keda jinên jêhatî ew e ku pêdiviya malbata xwe ya demsala zivistanê ew bi xwe bi cih tînin . Bi hatina demsala zivistanê  jinên Efrînê amadekariyên zivistanê dikin û êzingan kom dikin. 
Jinên Efrînê ji bo pêdiviyên  xwe yên zivistanê ji nav çiyan qijik û êzingan  kom dikin û pêdiviyên xwe yên demsala zivistanê pêk tînin. 
 
Jin her zivistan diçin çolan û zeviyan, darên hişk kom dikin û wek erzaq ji bo debara zivistanê hiltînin. 
Derbarê vê mijarê de jina bi navê Nimet Elîko wiha got:  "Bi hatina demsala zivistanê em amadekariya xwe dikin, em diçin çolan û êzingên hişk  kom dikin. Di van rewşên zehmet de hin caran gaz peyda nabe, yan jî mazot buha dibe.  Ji ber vê yekê em li ser qijikan xwarinên xwe çêdikin, ava xwe germ dikin û sobeyên xwe pêdixin. Em gelek sûdê ji keda destên xwe digirin. Çimkî keda destan hêvî û aramiya jiyanê ye." 
 
Ji bo pêdiviyên zivistanê jin di tevgerê de ne!
 
Ji aliyekî din ve jî jina bi navê Hêvîn Hemgilîno derbarê keda destên jinê û amadekariyên zivistanê de wiha got: "Hemû jinên Efrînê amadekariya xwe ya zivistanê dikin.  Ew tevî êrişan jî dev ji axa xwe bernadin û bi berhemên axa xwe, xwe li ser piyan dihêlin. Di gelek qadan de jin cihê xwe digirin û amadekariyên xwe bi destên xwe dikin. Ji ber vê yekê em gelek kêfxweş in. Em pêşniyar dikin ku hemû jin bi keda destên xwe ji zilma desthilatdaran pak bibin."