Têkoşînek kedê: Min jiyan bi keda xwe guhert

  • 09:14 20 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Şehrîban Aslan 
 
AMED - Pergala serdest a mêr ku jinê di hundirê malê de wek zayenda duyem dibîne, di hilberîn û beşa kar de jî polîtîkayên newekhev û dijminê jinê nîşan didin. Li dijî vê Gulerê aboriya xwe ava kir û li ser piya dimîne û wiha got: “ Min jiyana xwe bi keda xwe guhert.”
 
Guler Aslan a li Amedê dijî diyar dike ku ji 15 saliya xwe heta niha dixebite û  fêdeyên xebatê yên ji bo wê vegot. Guler bi dirûnvaniyê debara xwe dike û got têkoşîna jinê ya di civaka feodal de zêde dibe roj bi roj zêdetir dibe û wiha pê de çû: “ Xebata min a bi dirûniyê dest pê kir, hem aborî hem jî bixwebawerbûn bi min da qezenckirin. Min fam kir ku bi keda xwe ez dikarim jiyana xwe biguherînim. Divê jin aboriya xwe ava bikin.”
 
Gulerê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê jin xwedî li keda xwe derkevin û wiha pê de çû: “ Ez ligel dirûniyê bi çêkirina xwarinên malê jî debara xwe dikim. Xwarinan li cihên cuda difiroşim. Ez ne tenê xwe, jinên derdora xwe jî xurt dikim. Ez û cîranên xwe tên cem hev û ji bo em aboriya xwe ava bikin em nîqaşan dimeşînin.”