'Şoreşa Rojava bi keda jinan hatiye avakirin'

  • 09:02 12 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Felek Mûsa
 
QAMIŞLO - Şêxa Mihemed Yûsif ku ev 30 sal in karê destan dike derbarê xebatê xwe de hestên xwe anî ziman û got: " Divê hemû jin xwedî li nirxên xwe derkevin û rola xwe ya girîng û taybet di civakê de baş bilîzin." 
 
Şêxa Mihemed Yûsif ku ev 30 sal in karê destan dike derbarê xebatê xwe de hestên xwe anî ziman û diyar kir ku jin ji her alî de xwedî nirxên giranbiha ne. 
 
Ji dîroka mirovahiyê û heta roja îro jin wekî avakara jiyanê tê naskirin bi ked, hêz û îradeya xwe civakê ava dike. Li gel hemû hewldanên sîstemên desthildar ên qirêj ku bi sed salan e zilm û zordariyê li jinê dike, jinê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda û li ked û îradeya xwe xwedî derketin. Yek ji mînaka vê ked û xebatê  dayika 40 salî ya ji bajarê Qamişloyê ya herêma Cizîrê, Şêxa Mihemed Yûsif e.  
 
'Hezkirin, têkoşîn û kelecana min bûn sedem ku ez bi ser bikevim'
 
Şêxa Mihemed Yûsif diyar kir ku ew bi temenekî pir biçûk fêrî  karê destan bû û wiha domand:" Di deh salî ya xwe de ji dayika xwe ez fêrî karê destan bûm. Di destpêkê de di warê fêrbûna karên destan de min pir zehmetî kişand lê  hezkirin, têkoşîn û kelacana min bûn sedem ku ez bi ser bikevim."
 
'Divê jin debar û têkoşîna xwe bi destên xwe bikin'
 
Şêxayê anî ziman ku di avakirin û di pêşxistina jiyanê de, jin xwedî kedeke mezin in û wiha berdewam kir:" Ji 10 saliya xwe û heta niha ez vî karî dikim û debara malbata xwe dikim. Min dikan ji xwe re vekir û li gor pêwîstiyên firotinê ez karê xwe dikim. Li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê karê min belav bûye. Ez karê xwe bi destan amede dikim û zivistanî li dikanan belav dikim. Ji bo jin li ser piyan bisekine û nên çewisandin divê debar û têkoşîna xwe bi destên xwe bikin."
 
'Şoreşa Rojava bi keda jinan hatiye avakirin'
 
Şêxa di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Hêviya min ew e ku hemû jin xwedî li çand û nirxên xwe derkevin û rola xwe ya di civakê de baş bilîzin. Ji ber ku jinên Kurd xwedî kevneşopî û têkoşînek bi rûmet in loma Şoreşa Rojava bi keda jinan hatiye avakirin. Divê jinên Kurd li her qadê xwedî li mafên xwe derkevin û têbikoşin."