‘Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin’

  • 09:30 11 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
MELETÎ - Li bazara xurdeyê de jinên ku bi firotina cil û bergên kevn debara xwe dikin gotin: “ Em li Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.Yên em anîne vê rewşê dixwazin me bi bîrçîbûnê terbiye bikin.”
 
Li Bazara Xurdeyê ya her yekmeşî li ser rêya navendê tê avakirin, jin jî cil û berg û pêlavên kevn ên berhev dikin li vê bazarê difiroşin. Esnafên jin da xuyakirin ku ev bazar di esasê de profîla Tirkiyeyê ye û got kesên dixwazin rewşa gel bibînin divê teqez bên vê bazarê.
 
‘Em di bin sînorê birçîbûnê de dijîn’
 
Ayzelîha Dîşçî rojên yekşemê sê zarokên xwe û hevjînê xwe digire û sibehê zû tê bazarê û got: “ Pereyê em qezenc dikin têrî me nake. Em nikarin debara xwe bikin. Berpirsê vê pirsgirêka me rêveber in. Ez nexweş im û emeliyat bûme. Li vê bazarê heta êvarê ez bi 5 lîrayê diçim malê. Gelo kesên rêveber ji bazarek wisa agahdar in. Alavên em ji çapê kom dikin em tînin vir difiroşin.”
 
‘Em wan efû nakin’
 
Ayzelîhayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku berpirsê rewşa wan dewlet e û got wê berê piştgirî dida AKP’ê lê niha jê nefret dike û got ew li welatê xwe wek biyaniyan wek penaberan dijîn. Ayzelîhayê got ew kesên ku ew anîne vê rewşê ti car efû nakin.
 
Jina bi navê Arzu Polat a 37 salî jî ku dayika 5 zarokan e, ji bo sobe û sotemeniyê bikire hatiye bazarê û got: “ Sobe pir bihane. Ez ê vê zivistanê bi sobeyek kevn îdare bikim. Kesên xizan tên vê bazarê. Hewa ji niha de sar bûye. Ez jî zarokên min jî nexweş in. Ewlehiya tenduristiya me tuneye. Ji ber vê yekê em nikarin biçin nexweşxanê.
 
Fatma Duran a 60 salî jî got sê zarokên wê  divê bên dermankirin lê ji ber derfetên wê tuneye nikare û got ew bi firotina cil û pêlavên kevn  pereyê dermankirina zarokên xwe peyda dike.