Ji Bazara Keda Jinê tezgahên vala man

  • 09:59 10 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
WAN- Şaredariya DBP’yî ya Rêya Armûşê a Wanê di 8’ê Adara 2016’and e li TOKÎ ya Sixkê  ‘Bazara Keda Jinê’ vekir û piştî qeyûm hat tayînkirin bazar terkî qedera xwe hat kirin.
 
Şaredariya DBP’yî ya Rêya Armûşê ya Wanê di 8’ê Adara 2016’and e li TOKÎ ya Sixkê  ‘Bazara Keda Jinê’ vekir û piştî qeyûm hat ser şaredariyê bazar terkî qedera xwe hat kirin.Li bazara ku dihat armanckirin berhemên herêmî bi keda jinê bên nasandin û di asta yekem de 100 jinî tezgah vekir û di nava demê de ev gihişt 200 jinî,  piştî qeyûmê tayînî şaredariyê bû şûnde hejmara tezgahan ji 200  daket 15 heban.  Nobedarên li bazarê jî an cihê wan hat guhertin an jî ji kar hatin derxistin. Di her du rewşan de jî jinên esnaf hatin mexdurkirin û li van pirsgirêkan jî sermaya Serhedê zêde bû.
 
Şadiye Yilmaz a ji roja bazar hat avakirin heta niha tezgehê wê hebû, berhemên ku havînê bi kedek mezin kom kir li ser tezgahê xwe bi cih kir û niha li dijî polîtîkayên qeyûm li ber xwe dide.  Şadiyeyê bi lêv kir ku dema nû bazar vebûye bi kelecanek mezin serî li şaredariyê daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel vê min bi malbata xwe re jî têkoşîn da. Ji ber ku li vir jinekê nikaribû tezgah vebikira. Ez li ser tezgahê xwe berhemên xwezayî û sebze û fêkiyên hişk difroşim. Min bi bernameyên cuda yên şaredariyê gelek tişt difirotin. Ez her roj bi hêviyek mezin dihatim bazarê.”
 
‘Qeyûm hat tezgah vala man’
 
 Şadiyeyê bi lêv kir ku piştî qeyûm tayîn bûye şûnde beşeke mezin a jinan ji ber ku nema karibûn firotinê bikin tezgah vala kirine û wiha berdewam kir: “Piştî qeyûm firotin kêm bû. Tezgah vala bûn. Nobedarên me êdî naxebitin. Ji ber nobedar tinebûn berê diz ketibûn bazarê. Me jinan xwest em bi qeyûm re hevdîtinê bikin.   Çend hevalên me pirsgirêk ji qeyûm re vegotin lê ti tiştek nehat kirin.  Heta van rojan tê gotin ku wê bazarê veguherînin cihê kursê.  Ev biguhere kursê jî jin wê cih negirin. Ji ber sermayê jî em nikarin kar bikin.  Em bi sobeya ceyranê xwe germ dikin.”
 
‘Em naxwazin ji aliyê qeyûm ve bên birêvebirin’
 
Delal Bakan a tezgahê wê jî li bazarê heye, bi lêv kir ku yekane çavkaniya debara wê û 6 zarokên wê ev tezgahe û wiha got: “Ez li malê li zarokên xwe dinêrim. Ez li TOKÎ’yê kirê didim. Ez bi zorê kirê didim.  Ji ber tezgah vala bûne dan û standin ne mumkun e. Em nikarin tiştekî bifroşin. Ji ber sermayê kalorîferên me jî naxebitin. Em mexdur in.  Em nawazin bazarê biguherin tiştekî din. Ez nizanim dirûnê bikim. Ez ê bi zarokên xwe re zehmetiyên mezin bikşînim. Em şaredarên xwe dixwazin. Em naxwazin ji aliyê qeyûm ve bên birêvebirin.”