Jinên Herêma Efrînê rihê komînaltiyê pêş dixin

  • 09:06 7 Kanûn 2017
  • Ked/Aborî
Lîlav Elî/ Ferîde Zede
 
EFRÎN - Jinên Efrînê bi rihekî komînal amadekariya zivistanê dikin û diyar dikin ku keda jinê bingeha civakê ava dike.
 
Berî hatina zivistanê jin amadekariya erzaqên  zivistanê dike. Jina bi navê  Fikret Helînko jî di meha zivistanê de hemû cûreyên erzaqên zivistanê amade dike. 
 
'Bi rihekî komînal erzaqê zivistanê amade dikin'
 
Fikret Helînko diyar kir ku ew bi rihekî komînaltî tev digerin û wiha got:" Tiştên ku em ji dapîrên xwe fêr bûne bi rihekî komînaltî amadekariya zivistanê ye. Ev beşek ji kevneşopiyên me ne. Di meha zivistanê de amadekarî  bi zehmetî tê kirin lê belê jin her sal bi çoşek mezin erzaqê zivistanê ji bo pêwistiyên xwe û civakê amade dikin."
 
'Divê em kevneşopiya xwe ji bîr nekin'
 
Her wiha Fikretê destnîşan kir ku di rewş û aloziya niha de ji bo civak ji kevneşopiya xwe dûr nekevin ew hewl didin û wiha dewam kir:" Bi pêşketina teknoyolojiyê jin û civak her ku diçe ji kevneşopiyên xwe dûr dikevin loma em hewl didin ku jin û civak ji kevneşopiya xwe dûr nekevin. Divê em kevneşopiya xwe ji bîr nekin û hewl bidin. '
 
'Ji bo rewş û aloziya heyî amadekeriyên zivistanê zêde dikin'
 
Fikretê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku em amadekariya zivistanê dikin beşek ji wan em  ji bo xwarina malê dihêlin. Ji ber ku dorpêçkirinek li dor me heye û dijmin her êrîşî me dikin em li gor şerd û mercê şer jî amadekariya xwe ya zivistanê dikin ku em di tengezariyê de nemînin. Divê em bejna xwe li ber dijmin netewînin û her hewl bidin. "